Piştî komkujiya li Hewlê ku tu aliyan negirt ser xwe, careke din destwerdana leşkerî ya li hemberî Sûriyeyê hat rojevê. Franse û Belçîka ji niha ve behsa senaryoyek wiha dikin, lê DYA jî dibêje ku niha pêwîstî bi biryarek wiha nîne. Çîn û Rûsya jî li dijî destwerdanê ne. Gelo şerê herêmî di 2013’yê de ye?
Pevçûn û bûyerên tundiyê yên li Sûriyeyê ji adara 2011’ê ve berdewam dikin. Piştî ku raperînên ereban bi navê “Bihara Ereban” gihişt Sûriyeyê, Rojavayiyan weke li Lîbyayê, li Sûriyeyê jî komek “muxalîf” saz kirin. Nunerê Taybet ê NY û Komkara Ereban, di 12’ê nîsanê de plana aşitiyê ya ji bo Sûriyeyê ragihand, lê belê tu kes li ber vê plana agirbestê nehat. Tundiya ji aliyê her du aliyan ve jî berdewam dike.
BÎLANÇOYA NY’YÊ RAST E GELO?
Li gorî ajansên nûçeyan ên Rojavayî, zêdetirê 10 hezar kes jiyana xwe ji dest dan. Çavkaniya sereke jî Mala Çavdêriya Mafê Mirovan a Birayên Misilman a ku hevpara Konseya Neteweyî ya Sûriyeyê (KNS) ye. Ajansên Rojavayî van daneyan dispêrin çakvaniyên NY’yê jî, lê belê tu daneyên zelal ên NY yên der barê mijarê de tune ne. Li gorî analîstan, ger raporek wiha bihata qebûlkirin, dê Konseya Ewlekariyê ya NY’yê destûra destlêwerdana Sûriyeyê bidaya.
BALYOZ TÊNE DERSÎNORKIRIN
Heta niha tu kesî, komkujiya Hewlê negirtiye ser xwe, lê belê rejîma Esad “terorîstan” tawaranbar dike, dewletên Rojava jî rejîmê şermezar kirin. Tehran, Moskow û Pekîn jî nerazîbûn nîşanî komkujiyê dan, lê belê rejîmê nekirin hedef. Welatên rojava yên weke DYA, Kaneda, Franse, Almanya, Îngilîstan, Spanaya, Îtalya, komkujiya Hewlê kirin hincet û biryara dersînorkirina balyozên Sûriyeyê dan.
JI FRANSE Û BELÇÎKAYÊ ÎŞARETÊN DESTWERDANÊ
Serokkomarê sosyalîst ê Franseyê François Hollande, diyar kir ku dibe li hemberî Sûriyeyê “di çarçoveya hiqûqûq navneteweyî de”, destlêwerdanek pêk were.
Hollande di kanala France 2 de aixvî û got; “Bi şertê ku rêz ji hiqûq navneteweyîre bê girtin, dibe bi biryara Konseya Ewlekariyê destwerdaneke leşkerî li hemberî Sûriyeyê pêk bê.” Hollande diyar kir ku divê çareserî ne bi rêyên leşkerî pêk bê û got; “Divê ji niha û pêve ji bo qewirandina rejîma Beşar El Esad zext bêne kirin. Divê em rêyek din a çareseriyê bibînin”. Tê payîn ku roja înê, Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn bê serdana Franseyê û tê payîn ku di rojevê de pêkanînên tundtir ên li ser Sûriyeyê bên gotûbêjkirin.
Belçîka jî behsa senaryoyeke wiha dike û aşkere kir ku Belçîka amade ye beşdarî destwerdaneke ji aliyê NY’yê ve bibe. Lê Koçika Spî dibêje ji bo biryareke wiha niha zû ye.
ÇÎN Û RÛSYA LI DIJÎ DESTWERDANÊ NE
Çîn û Rûsya jî li dijî destwerdanê ne. Berdevkê Wezareta Derve ya Çînê Liu Weimin got; “Çîn li dijî destwerdana leşkerî ya Sûriyeyê ya ji bo bi zorê guhertina rejîmê ye.” Jixwe ji destpêkê ve Rûsya li dijî destwerdana leşkerî ya li hemberî Sûriyeê ye.
FABIUS: NIHA TU DEWLETEK JI OPERASYOANA BEJAHÎ RE AMADE NÎNE
Li gorî pêngav û helwestên destpêkê yên Hollande, zêde guhertinek di polîtîkaya derve ya Franseyê de çênebûye. Laurent Fabuis di hevpeyvîna da rojnameya Le Mondeyê de, Esad weke “kujerê gelê xwe” bi nav kir û îşaret bi destwerdana leşkerî ya li hemberî Sûriyeyê kir. Fabius destnîşan kir ku çareseriya Yemenê ji bo Sûriyeyê nabe û diyar kir ku Sûriye piştgiriyê ji Îran û Rusyayê digire.
ROLA TIRKIYEYÊ
Li rexmê bîlançoya dîkdatorî ya rejîma AKP’ê, hikûmeta nû ya Franseyê hewl dide têkiliyên xwe yên berê bidomîne. Bi taybet ji ber meseleyên Îran û Sûriyeyê. Gava Partiya Sosyalîst muxalîf bû, her tim bi dengê bilind nerazîbûn nîşanî pêkanînên hikûmeta Tirk dida.
Kesên hatine jibîrkirin ên mezin jî kurd in. Lê li hemberî vê jî, Kurd van pêşketinan weke firsendeke dîrokî dibîne û naxwaze ji destê wan biçe. Kurdên Rojavayê Kurdistanê ku ji sedî 15’yê şêniya Sûriyeyê pêk tîne, ji mêj ve li ser esasê Xweseriya Demokratîk, dest bi avakirina meclîsên bajar, gund, navçe, dibistan û dezgehan kirine. Her çendî heta niha welatên Rojavayî rewşa Kurdan bi aşkereyî neanîbin rojevê jî, lê dahatûya Rojhilata Navîn bi Kurdan ve girêdayî ye û Rojavayî nikarin vê li vê yekê ji nedîtî ve bên.
ŞERÊ HERÊMÎ DI 2013’Ê DE YE?
Îran, Rûsya û Çîn teqez li dijî destwerdana leşkerî ya li hemberî Sûriyeyê ne. Gelo li hemberî vana, dê li Sûriyeyê şer çêbibe? Ji pisporên Rojhilata Navîn Adil Bayram diyar dike ku jixwe her kesê bawer dikir ku dê plana Annan bi ser nekeve.”
Bayram destnîşan dike ku her ku diçe hêviyên aşitiyên yên li Sûriyeyê tune dibin û wiha dibêje; “Wer dixuyê ku dê teror zêdetir bibe. Piştre jî dê şer bê. Dê heta dawiya sala 2012 teror zêde bibe û sala 2013 dê li Sûriyeyê bibe sala şer.”
Her wiha Bayram dibêje ku Sûriye ne Lîbya û ne jî Iraq e û ev tesbîd dike; “Sûriye di dîrokê de her tim statîkoya herêmê diyar kiriye. Di dema Havis Esad de jî siyaseta Şamê, navenda siyaseta herêmê bû. Ger niha şerek li vir çêbibe, dê şerê Rojhilata Navîn be. Dê şer ji rojhilatê Derya Spî heta Efxanîstanê belav bibe. Ev jî dê bibe lutleya Sêyemîn Şerê Cîhanê yê ku ji 1991’ê ve berdewam dike.”