Gelo demokrasî bi êrîşê pêk tê?
Gelo demokrasî bi êrîşê pêk tê?
Gelo demokrasî bi êrîşê pêk tê?
Di cîhanê de gelek şêweyên demokrasiyê hene û êdî peyva demokrasî ewqas tê bi kar anîn ku, her wiha têgînên weke demokrasî jî ji cewherê xwe derketine û weke benîştekê ketine devê her kesî.
Îro li Başûrê Kurdistanê hemû partî û hêz di pêvajoya amedekariya hilbijartinan re derbas dibin, ji xwe weke tê zanîn ku li hemû welatên cîhanê pêvajoya rêklaman a hilbijartinan bi awayeke demokratîk derbas dibin.
Di vê pêvajoya kurt de her çiqas di nava partiyan de neyartî jî hebe û heyanî şer û pevçûnên leşkerî jî pêk hatibin, lê di demên hilbijartinê de hemû alî neçarin li gorî pîvan û pirensîbên dema hilbijartinê nêz bibin û di warê siyasî de rêz nîşanî hev bidin.
Yanê tenê bi dalaqandina al, poster û xemilandina kolanan demokrasî pêk nayê. Ji xwe di vê mijarê de jî gelek astengî derdikevin holê û dighîne heyanî asta êrîşan. Di despêkê de jî ji Partî Çareserî Demokratî Kurdistan PÇDK’ê re astengiya beşdarbûna hilbijartinan hatibû derxistin, lê di encama hewildanên siyasî û burokratîk de Partî Çareserî bi awayekî fermî beşdarî hilbijartinan bû. Lê hînê di qada siyasî de êrîş û neqebûlkirina vê yekê tê nîşandan. Mînaka vê yekê ya herî ber bi çav jî nêzîkatiyên weke birîna alên PÇDK, posterên wan di saetên dereng ên şevê de ji dîwaran tên vekirin û ya herî balkêş jî ew e ku posterên hejmara lîsteya Partî Çareserî ya 113 bi zanebûn tên birîn û windakirin.
Wê demê pêwîste em gotin û têgîna demokrasî di vê nêzîkatiyan de di ku derê de bi cîh bikin?
Berê astengî ji aliyê asayîşê ve dihate derxistin û destûr nedidan ku kadro û xebatkarên PÇDK’ê derbasî hinek bajarên devera Soran bibin, di vê alî de hineke din nerimbûn heye, lê vê carê rê û rêbazên êrîşan hatine guhartin. Her wiha hate dîtin ku hêzên asayîşê pir aşkera çûn û ji gel re gotin divê hûn malên xwe nedin PÇDK yan jî hûn malên xwe ji bo hilbijartinan bi kar neyînin. Lê ev êrîş li ser hêz û partiyên din pêk nayên, tenê li ser Partî Çareserî Demokratî Kurdistan pêk tên. Ev yek pirseke wiha di mejiyê me de ava dike, çima bi taybet êrîş li ser PÇDK’ê pêk tên û çima tirsek ji vê partiyê heye?
Ger hûn dixwazin heyanî dawiya temenê xwe li ser kursiya deshialtdariyê bimînin wê demê têgîna demokrasî û azadî bi kar neyînin. Ji ber ew têgîna demokrasî û azadî tenê di çerçoveya berjewendiyên we de ne. Na hûnê têgîna demokrasî bi kar bînin û wê jiyan û kiryarên we li dijî vê têgîne be, wê demê hûnê tenê xwe û gel bixapînin. Eger tirseke we ji Partî Çareserî nebe hûn bi vê rengî êrîşan pêk nayînin, ji ber bingehê hemû êrîşan ne bi hêz bûne, hineke jî lewaz bûnê diyar dike. Bi birîna poster û alên Partî çareserî û lîsteya 113’an tu serketinê nakeve destê we, ji ber bi Partî Çareserî Demokratî Kurdistan re hişmendiyeke nû derbasî nava civakê dibe û bûye. Û têrîjên vê ronahiyê xwe gihandiye giyan û dilê hemû gel.
Her wiha pirseke din a ku tê bîra mirovan jî ev e, gelo ewqas derfet û zemînên mezin di destê PDK û partiyên din de hene, her wiha hemûyan jî bi kar tînin, lê di destê Partî Çareserî Demokratî Kurdistan de derfetên ewqas mezin jî nînin û li gorî derfetên xwe kar û xebatê bi rêve dibin, wê demê çima ewqas li hember ew derfetên kêm jî xweranegirtin heye. Divê em weke kurd di serî de li hember ramanên hev ên ku tê de berjeweniya gelê kurd hene rêzdar bin û em vê rêzdariyê di warê siyasî de jî nîşan bidin.