Konseya Hevkariya Kendavê ya ku ji 6 welatan pêk tê, ji bo gotûbêjkirina planên yekitiya herêmî, ewlekarî, siyasî, aborî li Erebîstan Siûdî civiyan. Heta niha niyeta vê yekitiyê tam aşkere nebûye, lê belê Wezîra Enformasyonê ya Behriyenê Semîre Receb ragihand ku dibe ew modeleya Yekitiya Ewropayê mînak bigirin.
Serokatiya civîna kul i Riyad hat lidarxistin, Qiralê Erebîstana Siûdî Abdullah dike. Beriya wê civînê hin civînên destpêkê hatin kirin. Di nava pêşniyaran de yekbûna Behriyen û Erebîstana Siûdî ku bihêztirîn welatê Konseyê ye heye.
Behriyen ji aliyê qiraliyeteke Sunî ve tê birêveberirin û ji meha adarê ve bi xwepêşandanên bi daxwaza demokratîkbûnê yên ji aliyê şêniya zêde ya Şiîyan ve tên lidarxisitn re rû bi rû ye. Li gorî Rêxistina Efûya Navneteweyî (Ai- Amnesty International) di xwepêşandanên par li Behriyenê hatin lidarxistin de 60 sivîl ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatin kuştin.
Di encama xwepêşadnanên bi salan in didomin de bi sedan kes hatin binçavkirin û gelek mirov li rastî îşkenceyê hatin û ji aliyê dadgehên leşkerî ve hatin darizandin. 4 hezar Beyriyenî bi hinceta beşdarî xwepêşandanan bûne ji kar hatin avêtin.
Xwepêşandanên li paytext Manamayê hatin lidarxistin, bi alîkariya hêzên ewlekariyê yên Siûdî û welatên din ên Kendavê hatin belavkirin.