Gelo mirina 12 kesan asta herî kêm e?

Gelo mirina 12 kesan asta herî kêm e?

Wezîrê Karê Av û Daristanê Veysel Eroglu  îdia kir ku di sala 2004’an de Çemê Îluh islah kirine û ji ber vê asta wendahiya can û mal ya di lehiyan de pêk dihat kêm kirine. Lê di 2006’an de ji ber lehiyê 12 kesan jiyana xwe ji dest dabû.

Parlamentera BDP’ê ya Êlihê Ayla Akat  der barê projeya Islahê ya Çemê Îluh de pêşnûmepirsek ji bo serokwezîr Erdogan bibersîne pêşkêş kir. Lê ne Erdogan wezîrê Karê Av û Daristanê berisv da. Lê bersiva wezaretê: “Ji ber ku proje negihştiya wezareta min, der barê projeya mijara gotinê de ye  tu nêrîn nayê dayîn” bû.  Wezîr Eroglu îdia kir ku Çemê Îluh di 2004’an de hatiye islahkirin û ji ber vê jî asta wendahiya can û mal yên di lehiyan de gelek kêm bûye. Lê di sala 2006’an de  ji ber lehiya rabû 12 kesî jiyana xwe ji dest da.

Parlamentara Êlihê Ayla Akat der barê projeya Çemê Îluh de pêşnûmeyek pêşkêşî Erdogan kir û xwestibû bersiva van pirsan bê dayîn:

“Di 2012’an de bi riya wezareta Maliyê re ji bo serokwezîrtiyê pêşnûmeyeke projeyê hat pêşkêşirin, çima tu bersivek nehat dayîn? Ligel kul i pêşme Projeya Çemê Porsuk heye, ev projeya li Êlihê hatiye dayîn çima hêj pêk nehatiye? Projeyeke din ya wekê alternatîf bo vê heye? Ger hebe pêngavên şênber çine?”

Li şûna Erdogan, wezîr Eroglu bersiv da û îdia kir ku proje negihiştiye ber destê wan.