Venezuellayê ragihand ku wana welatiyê Frensî yê ku li sala 2009’ê tevî gelek çek û cebilxaneyan hatibû girtin dersînor kirine. Hat ragihandin ku kesê bi navê Frédéric Laurent Bouquet li Îsraîlê perwerde dîtiye û endamê servîsa sîxûrî ya leşkerî ya Franseyê ye.
Wezîrê Servîsên Girtîgehan a Venezuellayê Iris Varela bi rêya twitterê ragihand “sîxûrê Frensî yê ku 29’ê berfanbara 2009 li dijî serokdewlet sûîqest plan kir û hate mehkûmkirin, hatiye dersînorkirin.
Li gorî Varela, Bouquetê ku 18’ê hezîrana 2009 hate girtin, li xwe mukûr hat ku amadekariya suîqesta li dijî serokdewlet Hugo Chavez dikir.
Ev agahî ji aliyê rojnameya bi navê Ouest-France ve Le Journal du Siècle û la Voix de la Russie (Radyoya Dengê Rûsyayê ) ve hate weşandin.
Wezîrê Navxweyî yê wê demê Tariq el Aisami ragihandibû ku li gel Boquet 3 welatiyên Komara Domînîkê hatine girtin û dibe ku evane tevlî plana sûîqestê ya li dijî Chaves bûbin.
Li gorî malpera bi navê Voltairenet ya Fransî, di avahiya ku 4 kes lê diman de 500 gran teqemeniya C4, 5 dûrbîn, 14 tufengên ku 5 jê bi lazer û yek jî bêdengkera wê hebû, kabloyên taybet, 11 heb funyeyên elektronîk, 19 hezar gulle, 3 çekên makîne, 4 demance, 11 ekîpmanên radyoyê, 3 bêtêl, 2 yêlekên pola, 7 unîformayên leşkerî, 8 bombeyên destan, 1 makîneya gazê, kêrek a şer û 9 şuşe barut hatine bidestxistin.
Hat ragihandin ku kesê bi navê Frédéric Laurent Bouquet li Îsraîlê perwerde dîtiye û endamê servîsa sîxûrî ya leşkerî ya Franseyê ye.
Heta niha rêveberiya Vennezuellayê derbarê mijarê de tu daxuyaniyek neda. Balyozxaneya Frensî ya li Caracasê jî derbarê mijarê de tu daxuyaniyek neda.
Malpera Voltairenet derbarê bûyera Bouquet de ev tesbîd dike: “1- Serokkomarê berê Nicolas Sarkozy, xwest Hugo Chaves bikuje. 2-Operasyonê encam negirt. 3-Ji bo nixamandina vê bûyera di dema Sarkozy de Franseyê pere daye.”