Rêberê berê yên Lîbyayê Muammer Qeddafî ku di dema êrîşa NATO’yê ya bi pêşengiya Îngîlîstan û Fransayê hate lînckirin û piştre hate înfazkirin, hate îdiakirin ku ji aliyê sîxurekî Fransî ve hatiye kuştin.
Rojnameya Sera Della Corrîere ya Îtalyan nûçeyeke der barê kuştina Qeddafî de weşand. Li gorî rojnameyê li nêzî bajarî Sîrte ne endamekî berxwedana Lîbyayê, endamekî serwîsa îstîxbata Fransayê kuştiye.
Di 31’ê cotmeha 2011’an de kovara Parîs Match ya Fransayê jî der barê saetên dawî yên Qeddafî de nûçeyek taybet weşandibû û diyar kiribû ku dema Qeddafî xistine ambulansê sax bû û piştre di wesayîtê de bi guleyan înfaz kirine. Lê nasnameya kesê gule berdayê tê veşartin û di nûçeyê de behsa hebûna leşkerekî biyanî jî tê kirin.
CIHÊ WÎ ÎSTÎXBARATA FRENSÎ TESPÎT KIRIBÛ
Rojnameya Îtalî wan mifteya vê sirê dîtine. Berê jî serokê konseya rêveberiya berê ya Konseya Demkî ya Netewî ya Lîbyayê Mahmut Cîbrîl daxuyaniyek da Dream TV ya Misiriê û wiha got: “Ji bo kuştina Qeddafî sîxurekî biyanî ketiye nava tugayên şoreşger.”
Cîbrîl wiha got: “Servîseke îstîxbaratê ya ku ez nas nakim ji bo bêdengkirina Qeddafî berjewendiyên wî hebû. Têkiliya Qeddafî gelek rejîmên navnetewî re hebû. Ji ber vê yekê servîsa îstîxbaratê, xwest bedel çi dibe bila bibe bila ev sirên Qeddafî dernekevin holê.
Corriere Della Sera, di vê mijarê de derdorên diplomatîk ên navnetewî yên Lîbyayêjî wekî çavkanî nîşan dide. Li gorî vê ger ku serwîseke biyanî ku di mirina Qeddafî de berjwendiyên wê hebe Frensî ne. Rojnameyê da zanîn ku ev nêrîn di rojên dawî de pir bi hêz e.
Qeddafî di 20’ê cotmeha 2011’an de li nêzî Sîrte hate girtin. Heta niha awayê kuştina wî ronî nebûye. Dema mirov li daxuyaniyên der barê bûyerê dinêrin karwanek wesayîtan a NATO’yê hate bombekirin. Piştre mîlîtanên cihê bûyerê Qeddafî dîl girtin. Dema ber bi Mîsrata bi rê ketin, piştî çend deqeyan şûnde kuştin. Dîmenên lîncê yên Qedafî li hemû cîhanê hatibû nîşandan.
JI ŞAHIDÊN DAWÎ YEKÊ DIN JÎ HATE KUŞTIN
Omran Bîn Şaban yê 22 salî ku şahidê deqeyên dawî yên Qeddafî bû êdî naxive. Şaban ku bi wêne û dîmenên dema bi Qeddafî girtibû navdar bû di meha borî ya tîrmehê de hate revandin. Şaban di dwiya meha îlonê de bi birîndarî hate girtin. Du meha îşkece dît û li nexweşxaneya Frensî di 24’ê îlonê de mir.
QEDDAFÎ KAMPANYAYA HILBIJARTINÊ YA SARKOZY FÎNANSE KIR
Qeddafî ji bo kampanyaya hilbijartinê ya serokomariyê ya sala 2007’an Nîcolas Sarkozy finanse bike 50 mîlyon euro dabû, ev hatibû tesbîtkirin. Di adara 2011’an de Fransayê ji şerê Lîbyayê re pêşengî kiribû û Qeddafî jî tê de gelek şahid jî hatibûn qetilkirin.
Kurê Muammer Qeddafî, Seyful Îslam û şefê îstîxbarata berê Abdullah Senusî da zanîn ku der barê fînansekirina kampanyaya hilbijartinê ya Sarkozy de di destê wan de belge heye.