Gelo siyaseta PDK'ê ya Rojavayê Kurdistanê hatiye guhertin!
Gelo siyaseta PDK'ê ya Rojavayê Kurdistanê hatiye guhertin!
Gelo siyaseta PDK'ê ya Rojavayê Kurdistanê hatiye guhertin!
Hevdîtinên PKK û PDK ên der barê Rojavayê Kurdistanê ji aliyê tevahiya gelê Kurd ve bi erênî hate pêşwazîkirin. Gelê Kurd bi salane bangawazî li hêzên li ser Kurdistan xwedî bandor in dike ku yekitiya siyasî ava bikin. Îro di nava partiyên dixwazin li ser Kurdistan siyaseta xwe zal bikin û li gora wê dikevin nava tevgerên nakokiyên xwe dixwazin di nava gel de jî belav bikin. Lê aliyê ji neditî tê ewe ku gelê Kurd li hemû cîhanê di warê hest, hizir û ruhî de yekîtiya xwe ava kiriye û partiyên siyasî yên bi taybet bi hêzên dijî gelê kurd re tevdigerin, nikarin ev yekîtiyê parçe bikin.
Yekîtiya Gelê Kurd îro partiyên Kurd ên dixwazin li hemû Kurdistan bibandor bibin neçarî yekîtiyê dike. Herî dawî partiya herî ji yekîtiya Kurd direviya, bi dewletên li dijî yekîtiya Kurd re berjewendiyê dikir yek PDK’ê jî, ji bo Konferansa Netewî ya Kurd razî kiribû. Lê dema dît Konferans ne li gora berjewendiyê wê û dewletên bi wan re îtîfak kiriye taloqî demek ne diyar hate kirin.
Îro ger rastî PDK’ê li ser yekîtiya hêzên Rojavayê Kurdistanê bi PKK'ê re hevdîtinan dike û li ser yekîtiya hêzên Rojavayê Kurdistanê di heman hizrê de be, ev ji bo PDK pêşketinek mezine.
PKK’ê heta niha ji bo Rojavayê Kurdistan’ê sê aliyên bingehîn tîne ziman:
Divê hêzên Rojavaya Kurdistan yekîtiya xwe ava bikin.
Xeta xwe ya serbixwe, yan jî wek tê gotin xeta sêyemîn (ne li gel Esad, ne jî gel opozîsyona erebî sûnî) biparêzin.
Li Rojavayê Kurdistanê sîstemek demokratîk (xweseriya Demokratîk) bi beşdarbûna hemû gelên Rojavayê Kurdistanê ava bike.
Niha kî dikare li dijî wan daxwazên hêza Kurdistanî bêje na.
Yek: li vir yekîtiya kurd daxwaza gelê Kurd li hemû cîhanê ye. PKK’ê li vir daxwaza gelê Kurd tîne ziman.
Du: xetek serbixwe kurdî ji bo gelê Kurd berjewendiyê xwe karibe yê neteweyî biparêze pirr girînge. Divê em bizanibin gelê Kurd nikarin hêviyên xwe bi rejîma Esad re girê bide, çinkî heta niha ji înkara kurdan û îşkenceyê cûdatir ji bo kurdan tiştek nekiriye. Dîsa Kurd nikarin pişta xwe bispêrin opozîsyona erebî sûnî jî, nijatperestiya ereb di nava wê zale û heta niha tu garantî nedaye gelê Kurd. Heta mirov dikare bêje opozîsyon û rejîma Esad di siyaseta li ser Kurdan di heman hizrê dene ku, her dû alî jî dibêjin “piştî rewşa Sûriyê zelal bû, em dikarin wê mijarê nîqaş bikin”. Gelê Kurd jî baş dizanin piştî rewşa Sûriyê zelal bibe, hêza Erebî dixwaze Elewî be, dixwaze Sûnî Erebî be, dê bixwazin mafê Kurdan yên neteweyî, siyasî nedin.
Ya herî girîng jî sistemek demokratîk e. Rojavayê Kurdistanê bi giranî niştecihê wê Kurd bin jî, gelên Ereb, Asûr, Suryan, Ermen, Tirkmen û kêm be jî Çeçen lê dijîn dikin. Û ev pêkhate dixwazin bi Kurdan re di nava biratî bijîn. Ji ber wê jî, avakirina sîstemek demokratîk yan jî, Xweseriya Demokratîk him ji bo wek gelek heta bindest ji bo Kurdan, him jî bo pêkhateyên din sîstema jiyana hevbeş e. Jiyana hevbeş ji bo aramiya herêmê jî pirr girînge û dibe wê sisteme herkesê bike aliyekî rêveberiya herêmê.
Îro mirov li Rojavayê Kurdistanê li ser bingeha Kurdan tenê bixwaze sîstemek çê bike ku heta niha PDK li ser wê siyasetek dide meşandin, wê demê cûdatiya sîstema li Rojavaya Kurdistan bê avakirin ji sîstema Komara Sûriya Erebî namîne.
Koalîsyona Niştîmanî Sûriyê xwe wek opozîsyona Sûriyê dide naskirin, lê îro di erdê de hebûnek wê lawaz heye, ger temsîlek wê hebe ew jî temsîla Erebên sûniye. Ji ber wê jî beşdarbûna Encumena Niştimanî Kurd li Sûriyê (ENKS) ya nava Koalîsyonê bi hebûn û zîhniyeta Koalîsyonê nakok e. Koalîsyona heta niha hebûna Kurdan qebûl nake û beşdarbûna ENKS’ê li dijî berjewendiyê gelê Kurd e.
Desteya Bilind a Kurd dikare di civîna Cenevre-2 û her wekî din li Rojavaya Kurdistan, cihanê temsîla Kurdan bike. Nû kirina Desteyê gelek girîng e û pêwîstiyeke.
Aliyê herî girîng ew e ku îro li Rojavayê Kurdistanê Rêveberiyek tê avakirin. Desteya Bilind a Kurd dikare temsîla gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê di asta herî bilind de bike. Lê rêvebirana Rojavayê Kurdistanê divê hemû pêkhateyên Rojavayê Kurdistanê cihê xwe tê de bigrin. Ev jî bi Rêveberiya Xweseriya Demokratîk dibe.
Heta niha PDK-ENKS li dijî vê sîstemê derdiketin.
PDK’ê dixwest Kurd li Rojavayê Kurdistanê bi Koalîsyona “Niştimanî” Sûriyê tevbigerin û li dijî rejîma Esad şer bikin. Li Rojavayê Kurdistanê desthilatiyek ji Kurdan tenê pêk were û ev desthilatî di navbera MGRK û ENKS bê parvekirin.
Gelo niha ev pirs heye ku di wê siyaseta PDK''ê ya li ser Rojavayê Kurdistanê de çi hat guhertin?