Gelo wê mubarek bê berdan?
Gelo wê mubarek bê berdan?
Gelo wê mubarek bê berdan?
Husnu Mubarek ê bi raperîna gel ji wezîfeyê hat girtin eger ji aliyê dozgeriyê ve di mijara gendeliyê de pak were derxistin dibe ku di nav 48 saetan de bê berdan.
Parêzerê Mubarek Farîd El Dîb, da xuyakirin ku cihên pêwendîdar ên edlî tehliyekirina muwekkîlên wî erê kirine û wê astengiyên dawî yên edlî jî vê hefteyê bi dawî bibin.
Parêzer Farîd El Dîb ji bo Mubarek got, “Divê heta dawiya hefteyê bê berdan.”
Husnu Mubarek ê 85 salî, di şoreşa Çile-Sibat a 2011’an de ji desthilatdariyê hatibû xistin. Têkildarî doza ku di pêvajoya çalakiyan de bi sedan muxalifan jiyana xwe ji dest da, Mubarek bi hevkariyê tê sûcdarkirin. Doz Şemiya borî di wextekî ku gumanbar ne amadebûn de pêk hat. Rayedaran sedema wê jî wek ewlekariyê nîşan dan.