Gelo yekitiya Îngilîz-Skoçan bi dawî dibe?

Gelo yekitiya Îngilîz-Skoçan bi dawî dibe?

Serokwezîrê Îngîlîstanê David Cameron û Serokwezîrê netewperest yê herem Skoçyayê Alex Salmond,li ser pêşnûmeya serxwebûna Skoçyayê ya di payiza 2014’an de referendum bê kirin, peyman îmze kir. Bi vî awayî her diçe dem referandûmê nêzîktir dibe û ger ku ku di referandumê de ji bo serxwebûnê encameke derbikeve dê dîroka 3 sed salî serûbin bibe.

Di 15’ê cotmehê David Cameron çû Edîmbourgê û li vir bi Serokwezîrê Skoçî Alex Salmond re hate cem hev. Salmond ji bo serxwebûnê di nava du salan de dixwaze hilbijartin pêk were. Serokwezîê Îngîlîz Cameron jî diyar kir ku teqez divê Îskoçya di bin banê Qirayeta Yekbûyî de bimîne. Cameron wih agot: “ Qiraliyeta Yekbûyî tu carî û bi tu awayekî welatekî ji derveyê îradeya gel , nekare di bin banê qiraliyetê de bihêle.

Li gorî peymana di navbera her du lîderan de di payîza 2014’an de ji bo serxwbûna Skoçyayê dê referendum bê kirin.

Rojnameyên Qiraliyeta Yekbûyî jî cihekî berfireh da vê mijarê. Li gorî Dail Record ‘peymana Edînburgê’ pêngav bi pêngav tê muzakerkirin û ev peyman dikare Yekitiya Skoçye-Îngîlîstanê ya ku ji sala 1707’an de di meriyetê de ye tasfiye bike. Rojnameyê diyar kir ku rêveberên Skoç û Îngîlîz li dijî daxwazên Skoçyayê ‘şerekî qadê’ dane meşandin. Di pratîkê de David Cameron rojimêra ku Serokwezîrê Skoçî amade kiriye, qebûl kir. Biryar hate girtin ku referendûm bi pirsek tenê bê kirin. Ew jî ev e: “Hun ligel serxwebûnê ne ne, an na?”

Li gorî The Ekonomistê jî di lêkolîna dawî de ji 5.2 mîlyon Skoçyayî tenê ji sedî 28 dixwaze ji Qiraliyaeta Mezin veqete.

Ji sala 1707’a heta niha Skoçya bi Îngîlîstanê re bû û piştî referanduma 1997’an de şûnde bû xwedî otonomiyeke berfireh. Rayeya parlamentoya Skoçyayê ya di mijara edalet, hawirdor, perwerde û tenduristiyê de heye. Di qadên wekî parastin, bac û enerjiyê de jî girêdayê hikûmeta Îngilîstanê ye.