Gendeliya AKP'ê ket mizgeftê: Xoce parast, welatiyan mizgeft terk kir

Gendeliya AKP'ê ket mizgeftê: Xoce parast, welatiyan mizgeft terk kir

Li Wanê di dema nimêja Înê de xoceyê ku wezîr û zarokên wezîran ên AKP'yî parastin û ji bo operasyonê got "Lîstika Amerîka û Îsraîlê ye" rastî nerazîbûnê hat û welatiyan mizgeft terk kir. 

Li Wanê di mizgefta di bin avahiya şaredariyê de ya li Caddeya Cumhuriyet xoceyê mizgeftê Rahmî Avras di xutbeya Înê de têkildarî operasyona li hember gendelî û rûşwetê wezîr û zarokên wezîrên AKP'yî parast û ji bo operasyonê ku got, "Lîstîka Amerîka û Îsraîlê ye" ji aliyê welatiyên ku hatibûn nimêja xwe ya Înê bikin, rastî nerazîbûnan hat. Welatiyan bertek nîşanî xoce dan û jêre gotin, "Tu kê diparêze? AKP'ê? ji kutuyên pêlavan jî bi milyonan pere derdikevin." Gelek welatiyan ji bo şermezarkirina xoce Avras mizgeft terk kirin.