Serfermandarê Parêzvanên Şoreşê yê Îranê Muhamed Elî Ceferî da diyarkirin ku, Îsraîl direng yan zû dê li dijî Îranê şer bike, lê belê dem û cih nediyare.
Li gorî ajansa nûçeyan ya Îsna û Farsê Muhamed got; “Direng yan zû dê şer were, lê belê dê kengê û li kuderê bê nediyare.”
Elî Cefer Îsraîl şiband “Tîmorek kanserojen” û wiha axivî: “Hewil dide li hember me şer bide destpê kirin.” Ceferî diyarkir ku, “Lê belê dê kengî pêkbê nizanim. Êdî ew (Îsraîlî) ji bo bêne pêşberî me tenê şer weke rêbaz dinirxînin, lê wisan evdalin dê pêwîst bike ku efendiyên wan (DYA) dê neçar bimîne wan rawestîne.”
Ceferî îdîakir ku, ger Îsraîl dest bi êrîşê bike, ev dê bibe tunebûna Îsraîlê.
Îsraîlê gelek caran bi rêyên dîplomatîk û pêkanîna xwest encam bigire, lê dema negirt, niha gefan dike ku dê li tesîsên nukleera Îranê bide.
Roja Înê daxuyaniya ku Îranê da, li beramberî êrîşên Îsraîl û hevkarê wê DYA’yê çêbibin hişyar kir û ragihand ku, ew dê “di cih de” bersivê bidin.