'Ger AKP îdiayên xwe neçespîne em dê serî li rêyên hiqûqî bidin'

'Ger AKP îdiayên xwe neçespîne em dê serî li rêyên hiqûqî bidin'

Rêxistina BDP’a Wanê  têkildarî gireva birçîbûnê ya mexdûrên erdhejê ên dixwazin ji konteyneran derxînin da diyarkirin ku, AKP manîpulasyona dike û ragihand ku ew dê serî li rêyên zagonî bidin.

Li Wanê mexdûrên erdhejê ên daxwaza wan ya konûtan nehate qebûlkirin û dixwazin ji konteyneran derxîin, di dawiya dest bi çalakiya birçîbûnê ya dorveger kiribûn, di 12’ê Îlonê de jî 11 mexdûrên erdhejê gireva birçîbûnê vegerandin rojiya mirinê.

Bi hewildanên Parlementerên BDP’a Wanê Ozdal Uçer rojiya mirinê di 26’ê Îlonê de hate bidawî kirin. Mexdûrên erdhejê hêjan gireva birçîbûnê bidorveger didomînin.

AKP jî li şûna daxwazên mexdûrên erdhejê pêşwazî bike, serî li manîpulasyonên “BDP naxwaze gireva birçîbûnê bidawî bibe.”

Hevseroka BDP’a Wanê Fîgen Yaşar duh têkildarî daxuyaniyên rêveberiyên AKP’a Wanê ya ‘BDP naxwaze gireva birçîbûnê bidawî bibe û pêkûtiyên li ser hemwelatiyan pêktîne’ daxuyaniyek nivîskî da rojnameyekî herêmî û bertek nîşanda.

Hevseroka BDP’a Wanê Fîgen Yaşar got, bila rêveberên AKP’yî îdiayên xwe biçespînin, berevajiyê wê dê serî li hemû rêyên hiqûqî bidin.