Gêrîla Baran ji aliyê hezaran ve hate oxir kirin

Gêrîla Baran ji aliyê hezaran ve hate oxir kirin

Cenazeyê gêrîlayê HPG'ê Metîn Baran (Harûn Agir) yê ku di pevçûna navçeya Çelê ya Colemêrgê de jiyana xwe ji dest da, li Mîdyadê ligel barana zêde bi girseyî hat definkirin. Malbata Endamê HPG'ê Baran, diyar kir ku dibe ku organên Baran hatibin derxistin.

Cenazeyê Endamê HPG'ê Metîn Baran (Harûn Agir) ê ku di 7'ê Çileyê de li navçeya Çelê ya Colemêrgê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da, li navçeya Midyadê ya Mêrdînê di bin barana zêde de bi girseyî hat definkirin. Cenazeyê gêrîla Baran duh ji aliyê malbatê ve ji morga Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê hatibû wergirtin û anîbûn Amedê. Serê sibê cenazeyê gêrîla Baran bi karwanekî qelebalix ber bi Midyadê ve derxistin rê. Karwana cenazeyê gêrîla Baran li ber Otela Matîat ya di ketina Midyadê de bi girseyî hate pêşwazîkirin û pişt re birin Mizgefta Hacî Îsa Arslan ya li taxa Seyîtlerê.

Rêveberên Rêxistin BDP'ê yên Mêrdîn û navçeyan, rêveberên MEYA-DER'ê, şaredarên herêmê û bi hezaran kes tevlî merasîma cenaze bûn. Xizmên gêrîla Baran cenaz bi henê, lorîk û posterên 3 jinên Kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin pêşwazîkirin. Piştî li mizgeftên wecîbeyên olî darbesta gêrîla Baran bi ala PKK'ê hate pêçandin û ji aliyê girseyê ve ber bi goristanê ve birin. Di meşê de sloganên "Bijî Serok Apo", "Şehîd namirin", "PKK tolhildan" û "Qatîl Erdogan" hatin qîrîn.

Cenazeyê gêrîla Baran li Goristana Kalo ya li taxa Golçekê di bin baranê de li ber cem gora gêrîla Îdrîs Turan (Norşîn Bagok) yê ku di 22'yê çileyê de li bejahiya Mîdyadê jiyana xwe ji dest da hate veşartin. Piştî rêzgirtinê girse careke din ber bi konê şînê yê ji bo gêrîla Baran û Îdrîs li taxa Seyîtlerê hatî vekirin ve meşiya. Piştî merasîma cenaze komekî ciwanan li ser riyê agir bi tekereyan pêxist û rê li trafîkê girt. Ciwanan slogana "PKK tolhildan" qîr kirin.

Malbata gêrîla Baran tabloya di dema şuştina cenaze de dîtin vegotin û anîn ziman ku, dibe ku organên gêrîla Baran hatibin derxistin.