Gerîla Bariş Dilbirîn li Parîsê hat bîranîn

Gerîla Bariş Dilbirîn li Parîsê hat bîranîn

Gerîlayê HPG'ê Orhan Yildirim (Bariş Dilbirîn) ê li herêma Zagrosê di sala 2012'an de jiyana xwe ji dest da û ev agahî di hefteya derbasbûyî de hat ragihandin, li Navenda Civaka Demokratîk a Villeneuve ya Parîsê bi merasîmekê hat bîranîn.

Bîranîna ku malbata Orhan Yildirim ê ji gundê Kizilmecît ê Mûşê beşdar bû ji aliyê Komîteya Malbatên Şehîdan a li Parîsê ve hat organîzekirin. Bîranîn saet di 14'an de bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Dûre li ser navê komîteya amadekar Xeyrî Ûlûdag axivî.

Ûlûdag di merasîma bi beşdariya zêdeyî 300 Kurdistaniyan de got, "Pêvajo pêvajoya berxwedana topyekûn yan jî tinebûnê ye. Ji ber vê yekê, di kesayetiya hevalê Bariş de roj roja seferberkirina hemû derfetên xwe ye. Berpirsyariya wicdanî ya me hemûyan heye. Biryardariya şehîdan rêya me ronî dike."

Dûre kekê Orhan Yildirim Îlyas Yildirim mafê axaftinê girt û got, "Mîna ku min soz daye şehîdê xwe, ez ê negirîm" û destnîşan kir ku ew ê xwedî li doza birayê xwe derkeve.

Merasîma bîranînê li dû axaftinan bi dirûşma "Şehîd Namirin" bi dawî bû.