Gerîla: Berhemên 15’ê Tebaxê îro baştir tên fêmkirin
Gerîla: Berhemên 15’ê Tebaxê îro baştir tên fêmkirin
Gerîla: Berhemên 15’ê Tebaxê îro baştir tên fêmkirin
Pîrozbahiyên salvegera 15’ê Tebaxê li Herêmên Parastinê yên Medya berdewam dikîn. Gerîlayên Herêmên Parastinê yê Medya li ser vê rojê nêrînên xwe anîn ziman û diyar kirin ku berhemên fîşeka yekem ya li hember dagirkeran îro bi Şoreşa Rojava û Kongreya Neteweyî ya Kurd re baştir derdikeve holê.
Gerîla Şîlan Rojhilat diyar kir ku Pêngava 15’ê Tebaxê ji bo gelê Kurd rojeke dîrokî ye û wiha got: “Destaneke pir mezin da avakirin. Beriya 15’ê Tebaxê gelê Kurd bê hebûn bû, nikarîbû li tu cihî bî zimanê xwe biaxife. Lê bi Pêngava 15’ê Tebaxê re heya îro mirov dikare bêje destaneke pir bi wate ye ji bo me. Di bin Fermandarîya Heval Egîd de destaneke pir mezin hat nivîsandin. Îro li Rojava şoreşek tê meşandin û ev şoreş jî bingeha xwe ji 15’ê Tebaxê digire. Gelê Kurd di cîhanê de hebûna xwe da qebûlkirin. Dîsa ji bo jin hebûnekê dide îfadekirin. Bi hezaran jin bi Pêngava 15’ê Tebaxê re îro bûne xwedawendayên me, berdawama vê pêngavê mirov îro dibîne. Dîsa bi 15’ê Tebaxê ve girêdayî bi fermandariya Heval Zîlan jin dikarin hebûna xwe îfade bikin. Kongreyên ku tên lidarxistin dîsa pêngavên ku Serokatî îro daye destpêkirin hemû bi hevdu re wek zincîr girêdayî ne. Ji ber vê yekê 15’ê Tebaxê ji bo me rojeke zindî ye.”
‘15’ê TEBAXÊ PÎROZ BE’
Gerîla Şevîn Serhed bi munasebeta 15’ê Tebaxê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şehîd û kesên ku berdêl dane bi bîr anî û wiha axaftina xwe domand: “Em vê rojê li hemû kesî pîroz dikin. 15’ê Tebaxê li hember paşverûtî û zulmê serîrakirinek bû. Hem di dilê dijmin de hem jî di dile paşverûyan de gule hate teqandin. Di rêbertiya komutanê mezin ê nemir Egîd de ev fîşek hat teqandin. Îro bi milyonan kes li pey diçe. Neteweyek hebû û hatibû tunekirin li hember vê derketin hebû. Ev pêngava em hene bû. Di vê rêyê de bi hezaran keç û xort canê xwe feda kirin. Hezaran gund hatin şewitandin. Yek şîarek hebû mafê xwe girtin bû. Û ev hê berdewam e.” Serhed, bal kişand ser Şoreşa Rojava jî û diyar kir ku bingeha wê şorejê jî di 15’ê Tebaxê de hatiye avêtin. Serhed got ku paşverû kesayetên hevkar hê jî di nava gelê Kurd de hene û wiha berdewam kir: “Bila her kes zanibe êdî tu kes nikare li hember vî gelî bisekine. Ev kes dê hesab jî bidin.”
‘ÎRO KURD AZAD E’
Gerîla Mahabad Sêrt jî hêstên xwe bi van gotina anî ziman: “Îro gav bi gav em dibinin Kurd azad e. Gelê Kurd, Tirk û Rojhilata Navîn baweriyeke wan bi vî rengî tune bû ku rojekê ev gelê bindest rabe û bibe xwedî gotin. Bes îro mirov dibine tişta me xeyal nedikir, azadîya Kurdistanê tê avakirin. Sîstema Serokatî ava dike sîstema Konfederalîzm wekheviya hemû gelan esas digire. Êdî ev tê nîqaşkirin. Rojava niha hema hema rizgariya xwe îlan kiriye. Miletekî xwe dide meşandin dibe mînak.”
‘EM ŞOPDARÊ HEVAL EGÎD İN’
Gerîla Evîn Erdal jî hêstên xwe yên derbarê 15’ê Tebaxê de wiha anî ziman: “Bi vê çalakiyê gelê Kurd rabû ser piyan û meşiya. Em şopdarê Heval Egîd û şopdarê 15’ê Tebaxê ne. Hem di milê gel de hem jî di milê gerîla de ev wisa ye. Îro gelê Kurd gihiştiye asteke bilind. Li Başûr, Bakur, Rojhilat, Rojava dîsa li Ewropa berxwedaneke mezin heye. Doza mafê xwe dike. Her neferekî gelê me tevî pengava Şoreşa Rojava bûye. Ev bi saya Pêngava 15’ê Tebaxê çêbû. Serokatî di Newrozê de ji bo hemû gelê bindest daxuyaniyên pir girîng dan. Ev pêngava nû bi desteka gerîla û gel pêk hat. Îro divê her kes xwedî li vê yekê derkeve.” Gerîla Erdal, li ser rola ciwanan jî rawestiya û banga xwedîderketina li nirx û paradîgmayê kir. Erdal, di dawiya axaftina xwe de bangawaziya yekîtiya gelê Kurd kir.
‘BI RUHÊ EGÎDAN DIVÊ EM TEVBIGERIN’
Gerîla Botan Dogan jî li ser ruhê 15’ê Tebaxê rawestiya. Dogan got, “Bi ruhê Egîd û şehîdan divê em tevbigerin. Heya azadî neye gerîla dê her dem li serê çiyayan be. Divê her kes vê zanibe. Îro li Rojava hin çeteyên faşîst, di bin kontrola cemaeta Fethullah Gulen, dewleta Tirk, AKP û dagirkeran de dixwazin hin kesan bişînin Rojava alîkariya El Nusra bikin. Dİxwazin li hemberî gele Kurd qetlîaman bimeşînin. Lê em rê nadin. Bila vê baş zanibin. Li her çar parçeyên Kurdistanê gelê Kurd heya îro dihatin perçikandin. Lê îro li hemû parçeyan yekbûn heye.”
‘BERHEMÊN 15’Ê TEBAXÊ ÎRO BAŞTİR XUYA DIKIN’
Gerîla Delîl Yekbûn jî wiha axivî: “Fîşeka 15’ê Tebaxê li hember dagirkeriyê hate teqandin îro baştir berhemên xwe dide. Dijminê gelê Kurd tu carî ranewestiyaye. Îro li Rojava jî tişta tê jiyîn li ber çavan e. Serketinên gelê Kurd çi qas neyên qebûl kirin jî gelê Kurd ji bo ev bên qebûlkirin dê xebata xwe berdewam bike. Destketiya yekîtiya neteweya Kurd jî bingeha xwe ji 15’ê Tebaxê, ji keda Serokatî û şehîdan digire. Ev roj li tevayî gelê Kurd pîroz be.”
‘XWEDÎDERKETINA LI DESKETINAN ESAS E’
Herî dawî Gerîla Cuma Dijwar jî bal kişand ser şoreşa Rojava û ev peyv anîn ziman: “Divê ciwanên Kurd xwedî li destketiyên bi keda Rêber Apo ve hatine derxistin xwedî derkeve. Divê her kes her ciwan û keç û xortê Kurd li Şoreşa Rojava xwedî derkevin. Divê hemû hêza xwe ji bo vê bixin nava tevgerê.”