Gerîla: Berxwedana Gezî hêviya me zêde kir

Gerîla: Berxwedana Gezî hêviya me zêde kir

Dema ku gelên Tirkiyê li Rojava li Parka Gezî jiyana xwe ya komun ava kirin û li dijî manîpulasyon û zordariya deshilatdariyê li ber xwe didan, gerîlayên HPG'ê "Meşa xwe ya Çareseriya Demokratîk" dewam dikirin.

Raperîna azadî û rûmetê ya gelên Tirkiyê ji radyoyan dişopandin, ji dûr ve lê temaşe dikirin. Bi kîlometreyan dûr li ser serê çiyayan, raperîna gel didîtin. Û weke hêzên parastina gelekî xwedî li vê raperînê derketin. Mîna ku Roza Mûnzûr a ji Dêrsimê dibêje, "Gavên me bi lez bûn". Di nava raperînê de netewperest jî dîtin lê neketin nava gumana "Gelo pêvajoya çareseriyê tê sabotekirin?" Digotin; li her devera cîhanê hin kes-derdor hewl didin raperîna gelan, şoreşa gelanb bidizin. Divê destûr ji vê re neyê dayîn.

Gerîlayên ji Dêrsim, Amed, Botan Xerzan, Serhed û Derya Reş vekişiyan Başûr, behsa raperîna Gezî kirin.

WEKE GERÎLAYEK, BERXWEDANA GEZÎ DI XEYALA MIN DE BÛ

Têkoşîn Botan (Dêrsim): Weke gerîlayeke, weke PKK'yiyek, weke şoreşgerek, vê yekê hêz da min. Li Tirkiyê nîşandan vîna demokratîk a hemû gelan gelekî girîng e. Ez berxwedana Gezî weke pratîkkirina nêrînên heyî dinirxînim. Gel mejiyê dewletê red kir. Berxwedanê berdêl da. Ev nayê ji bîrkirin. Dewlet ji vê berxwedanê gelekî tirsiya. Feraseta mêtîngeriyê, ji ber helwesta hevpar ket nava panîkê. Çavkaniya êrîşan jî ev bû.

Em neketin nav gumanan ku ji ber çalakiyan wê pêvajoya çareseriyê betal bibe. Ji xwe pêvajo ji aliyê AKP'ê ve nayê meşandin. Berevajî, nerazîbûneke gelekî demokratîk bû. Weke gerîlayek; tiştekî ku bi xalan min xeyala wê dikir bû. Raperîna hevpar, têkoşîna hevpar, gotinên hevpar û hestên hevpar ên gelan bû. Tiştekî ku Rêberê me bi salane dixwaze biafirîne û. Weke PKK, em xwedî li têkoşîna Denîzan, Mahîran, Îboyan derdikevin.

Em hemû hevalên tevlî berxwedana Gezî bûne, pîroz dikin. Hêvîdarin wê gavên xurtir biavêjin. Bi kurtasî, her çend dûr bim jî, ji ber ku min ji wê berxwedanê re şahidî kir, kêfxweş im.

TEMPOYA MEŞA ME ZÊDE BÛ

Roza Mûnzûr (Dêrsim): Dema berxwedana Gezî destpê kir em di rê de bûn. Rewşeke westiyayî ya ji ber meşa dirêj a her roj li gel min hebû. Li ser navê xwe dikarim vê bi awayekî zelal bêjim; Derketina berxwedaneke bi vî rengî, bandor li tempoya meşa jî kir. Ji nifşê 68'an û vir ve pêkhatina pêngaveke bi vî rengî, hemû pêşhukim şikandin. Ji ber ku bêdengiya li pêşberî şerê bi salan, nêrîneke neyînî ya li hemberî Rojava derxistibû holê. Ev nêrîş şikiya.

Berxwedana Gezî, li dijî polîtîkaya yekkirinê ya AKP'ê raperîn bû. AKP, tevî hejmara zarokên jin bîne dinyayê, dixwest dest li her qada jiyanê werde. Berxwedana Gezî raperîna li dijî vê polîtîkaya AKP'ê bû. Li dijî zext û ferzên dewletê, hêrsa mezin a gelan bû.

ŞEHÎDAN BI RÊZDARÎ BIBÎR TÎNIM

Silav Naval (Dêrsim): Berxwedana Gezî beriya her tiştî guhertinekê, rêyeke derketinê nîşan dide. Di berxwedanê de şehadet hat dayîn. Wan bi rêzdarî bibîr tînim. Em ti carî bi çavekî biçûkkirinê li gelê Tirk an jî gelekî din nanêrin. Rêberê me gelek tişt got; Ev dem dema gelan e. Ev serdem di heman demê de serdema wicdanê mirovan e. Berxwedana Gezî di heman demê de em xist nava heyecanê. Hêvî da me.,

BERXWEDANA GEZÎ HEYECAN DA ME

Tijda Bahoz (Dêrsim): Ya rast, ez ne li benda raperîneke bi vî rengî bûm. Mejiyê serdest ewçend bi dijwarî civak tepisandibû û civak ji têgihiştina xwe ya parastina cewherî dûr xistibû ku ne li benda nerazîbûneke bi vî rengî bûm. Vê yekê coş da min. Derketina berxwedaneke bi vî rengî li Tirkiyê, heyecan da. Me weke teqîna hêrsa gelan nirxandin.

Em tevgereke gel in. Ji ber vê yekê, daxwazên azadiyê yên li dijî dijmin, daxwazên me yên azadiyê ne. Weke hêza gerîla em jî neçarin xwedî li wê daxwazê derkevin. Ya rast, refleksek derengmayî bû. Park bû wesîle. Xwezî di daxwazên din de jî em ewçend lihev kom bibûna.

Pêngavek ji Rojava ji Stenbolê, dewleta cihê lê teng bûbû, hîn bêtir bêzar kir. Hêzên dewletê ev yek weke hewldanek bi zanebûn a li dijî xwe şîrove kirin.

JI BO ME BÛ HÊVIYEK

Viyan Pirsus (Amed): Weke gelê Kurd em jî bi salane di nava raperînê de ne. Raperîna gelên Tirkiyê jî heyecanek afirand. Divê raperîn dewam bike. Ji bo me bû hêviyek. Me dîtin ku bi hêz in. Pêvajoya çareseriyê bi tenê me Kurdan eleqedar nake. Ev şer her kesî eleqedar dike. Hem ji bo malbatên gerîla hem jî ji bo malbatên leşkeran şer gelekî giran e. Ji be vê yeke divê piştgiriyê bidin hev. Li Parka Gezî jî hat dîtin ku dikarin vê bikin. Dikare li gel Kurdan dest bi raperînê bikin, ev hêza wan heye. Lê çima heta niha ev hêza xwe nîşan neda? Divê qet serî ne tewîne. Pêwîste ji bo pêvajoya çareseriyê her tiştî bikin, ev hêza wan heye.

LI DIJÎ HIKÛMETÊ QÎRÎNEKE MEZIN BÛ

Sînor Gelawej (Botan): Berxwedana Gezî li dijî hikûmetê qîrîneke mezin bû. Hikûmeta heyî, bi tenê ji bo deshilatdariya xwe, ji bo berjewendiyên xwe kar dike. Berxwedanê nîşan da ku gelê Tirk jî ne azad e. Hikûmet ne tenê dijminê Kurdan e dijmine Tirkan e jî. Berxwedana Gezî ev derxist holê. Weke gerîla, vê yekê heyecan da me, em kêfxweş kir.

NE BERXWEDANEK JI RÊZÊ BÛ

Dîren Devrîm (Xerzan): Berxwedana Gezî encama polîtîkayên AKP'ê bû. Serokwezîr ji berxwedêran re got, "tencerew tawa, her tim heman hewa". Ya rast, polîtîkayên Serokwezî heman hewa ye. AKP polîtîkayên koledariyê yên deshilatdariyê, bi awayekî zirav dimeşîne. Berxwedana Gezî nerazîbûn li vê bû. Hişyarbûna gel bû. Di nava wê raperînê de tevahiya gelên Tirkiyê hebû. Hêvî û coşeke mezin dide mirovan. Ne berxwedanek ji rêzê bû. Bi rojan dewam kir.

LI DIJÎ JIYANA DIHAT FERZKIRIN, RAPERÎN BÛ

Bagir Sari: Dema me di nûçeyan de bihîstin, me fêm kirin ku ne çalakiyek ji rêzê ye. Ev raperînek bû. Raperînek li dijî jiyana dihat ferzkirin bû. Gel ji AKP'ê re got, 'ez jiyana tu li min ferz dike, red dikim.' Peyama bingehîn a berxwedanê ev bû. Berxwedaneke rêxistinbûyî bû. Eger ne berxwedaneke rêxistinbûyî bûya, gel bi rojan nekarî xwe li hemberî ewçend zextên giran rabigirta. Divê ev baş were fêmkirin, gel ne gelê berê ye. Dizane ku sîstema dewletê çi ferz dike û li dij derdikeve. Dewlet dibêje, "Ya tuyê sîstema diyarkirî bijî yan jî tuyê tine bibe." Gel ev qebûl nekir. Got, "Ez vê sîstemê red dikim. Ezê li gorî xwe bijîm." Ev jî ji bo her kesî, ji bo gel û ji bo me bu çavkaniya moralê.

ME DÎTIN KU DI TÊKOŞÎNÊ DE EM NE BI TENÊ NE

Şoreş Mardin (Derya Reş): Berxwedanê moraleke mezin da me. Berxwedaneke bi vî rengî ev demeke dirêje ji aliyê Tirkiyê ve nehatibû dîtin. Potansiyeta demokratîk û şoreşger a Tirkiyê gelekî bilind e, lê aliyê wê tevger û sîstemê qels e. Ev berxwedan bû nîşaneyek ku hêzên demokrasiyê yên Tirkiyê ne lawaz in û bi xwedîderketina li mafên demokratîk û azadiyan dikarin têkoşêneke cidî nîşan bidin. Gelek derdoran -neteweperst, faşîştan- hewldan van çalakiyan ji bo xwe bikar bînin. Lê belê berxwedan serîrakirina gel, demokratên şoreşger ên li Tirkiyê li dijî dewletê bû. Moraleke mezin da me. Me dîtin ku em di têkoşîna xwe de ne bi tenê ne.

GEL GOT, "TU ÇI BIXWAZÎ NIKARE BIKE"

Mazlûm Volkan: Bersivek ji polîtîkayên "Ezê her tişta bixwazim bikim" a hikûmet bû. Gel got, "Tu nikare ner tişta bixwazî bike." Hikûmetê her weha nîşan da ku li pêşberî berxwedana gel çiqasî xedar dibe. Ji xwe, ji hêzên xwe yên polîs piştrast bû. Lê belê gel tevî vê jî li ber xwe da. Operasyonên hikûmetê yên binçavkirina pêşeng û beşdarên berxwedanê, pûç bûn.