Gerîla çûn sersaxiya malbatên pêşmergeyan

Gerîla çûn sersaxiya malbatên pêşmergeyan

Heyetek ji gerîla û milîsên Yekîneyên Berxwedana Mexmûrê, malbatên çar pêşmergeyên di operasyona rizgarkirina 5 gundên Mexmûrê de jiyana xwe ji dest dan, ziyaret kir.

Malbatên çar pêşmergeyên li gel sê gerîlayên HPG û YJA STAR'ê di operasyona 12'ê Îlonê ya rizgarkirina pênc gundên Mexmûrê de jiyana xwe ji dest dan, ji aliyê gerîla û milîsên Mexmûrê ve hatin ziyaretkirin.

Heyeta ji endamên  Meclîsa Demokratîk a Wargeha Mexmûr Cîhan Eren, fermandarên Yekîneyên Berxwedana Mexmûrê (YBM) Cemşîd Mêrdîn, Sîdar Botan û milîsên berxwedana mexmûr duh saet di 15'an de çûn serdana malbatên pêşmergeyan

Endamê Meclîsa Demokratîk a Mexmûr Cîhan Eren di dema serdanê de axivî, ji hemû pêşmergeyan û gelê Kurd re sersaxî xwest.

Eren got, “Ya girÎng ew e ku yekitiyekî rast di navbera Kurdan da were avakirin li hember êrîşên ku bi sedan sale li ser gelê Kurdistan tê meşandin.” 

Piştre li ser navê pêşmergeyan fermandarê bi navê Necat kêfxweşiya xwe ya ji ber serdanê anî ziman û got, "Yekemcare ku hêzên gerîla û peşmergeyên Başûrê Kurdistan bi hev re di nav çalakiyekî de li hember êrîşkaran disekinin. Raste me berdêlên giran dan lê ev ji bo hemû gelên Kurdistanê desketiyek mezin e. Ya girîng yekîtiya gelên kurd li her çar parçeyên Kurdistanê ye.” 

Herî dawiyê Fermandarê hêzên gerîlla yê Yekîneyên Berxwedana Mexmûrê Cemşîd Mêrdîn axivî û diyar kir ku ew  bê ku cûdahiyê bixin nav soza tolhildana hemû cangoriyan didin.