Gerîla: Em ê nehêlin DAIŞ li devereke Kurdistanê bimîne
Gerîla: Em ê nehêlin DAIŞ li devereke Kurdistanê bimîne
Gerîla: Em ê nehêlin DAIŞ li devereke Kurdistanê bimîne
Çalakiya çend roj berê ya Yekîneyên Berxwedana Mexmûrê (YBM), ku ji gerîlayên HPG, YJA STAR, milîs û hêzên pêşmerge pêk tê, di berxwedana li dijî çeteyên DAIŞ'ê de çepereke girîng û stratejîk diyar kir. Gerîlayên beşdarî çalakiyê bûn dan xuyakirin kirin ku berdêla wê çi dibe bila bibe ew ê nehêlin çeteyên DAIŞ'ê li parçeyekî Kurdistanê bimîne.
Di operasyona hevpar a li hemberî çeteyên li derdora Mexmûrê bicih bûbûn de, 5 gund hatin rizgarkirin, zêdeyî 20 çete hatin kuştin û hejmareke zêde cebilxaneyên çeteyan hatin desteserkirin.
Gerîlayên HPG û YJA STAR'ê yên di çalakiya berxwedanê de cih girtin, armanca çalakiyê û asta berxwedanê nirxandin.
BÊRÎTAN AMANOS: Weke Yekîneyên Berxwedana Mexmûrê (YBM) me çalakiyek lidar xistin. Ev çalakî, ji bo dawîanîna li dijminê mirovahiyê dawîanîna li çeteyên DAIŞ'ê yên dijminê jin û gelê Kurd, pêk hat. Min bi xwe jî di vê çalakiyê de di nava koma êrîşê de cih girt. Ji sê baskan ve me êrîş birin ser gundê Mehmûdiyê ku çete lê bûn. Her çend destpêkê bersiv dan me jî, bi dijwarbûna şer re şikestin. Hinek ji wan çeka xwe avêtin û reviyan. Gelek birîndarên wan hebûn. Li gel wan îrade xuya nedikir. Bi tenê bi danîna xefikan dikarin li hin herêman bimînin. Me gelek xefikên wan jî vala derxistin. Dema me dest bi êrîşê kirin, piraniya wan kirin qîrîn û hawar û reviyan. Di encama çalakiyê de gelek cebilxane û wesayît ketin destê me. Sê hevalên me di vê çalakiyê de şehîd ketin. Bi van şehadetan re hêrsa me ya li dijî van çeteyan û li dijî yên destekê didin van çeteyan mezintir bûye. Me bi rihekî kolektîf şer kirin. Tevî mercên erd û cografyayê jî li dijî çeteyan em li gelek herêmên Kurdistanê di vê astê de şer dikin. Di nava çeteyan de jin jî hebûn. Ew jî piştî êrîşî bi wesayîtan reviyan. Ev çalakiya li dijî çeteyan ne ya yekemîn ne jî ya dawî ye.
SORXWÎN CÛDÎ: Di nava hêza Mexmûrê de cih digirim. Armanca me ya di vê çalakiyê de derxistina çeteyan ji herêma Mexmûrê û tevahiya Kurdistanê ye. 5 gundên li derdora Mexmûrê di destê çeteyan de bûn, bi vê çalakiyê re me rizgar kirin. Pêşmergeyan jî di vê operasyonê de cih girtin. Me bi rêbaza gerîşa şer kirin. Di dema êrîşê de destpêkê bi me ne hesiyan, dûre piştî ku pê hesiyan, reviyan. Tevî ku berî û erdekî rût e jî hevalan bi fedekariyeke mezin şer kirin. Şerekî rû bi rû bû. Me dîtin ku di nava wan de zarok jî hebûn. Jin û zarokên hatibûn xapandin jî li hemberî me didan şerkirin. Hevalê Diyar ê di koma me de cih digirt, li dijî çeteyan bi lehengî şer kir û şehîd ket.
EM JI BO ROJHILATA NAVÎN A DEMOKRATÎK ŞER DIKIN
BRÛSK BAGOK: Armanca çalakiya me, derxistina çeteyên DAIŞ'ê ji xaka Kurdistanê ye. Mîna ku Rêber Apo jî dibêje, heta ku çeteyekî bi tenê yê DAIŞ'ê nemîne em ê vî şerî bimeşînin. Em amade ne heta dawiyê li dijî van çeteyan şer bikin. Armanca şerê me parastina gelê me, avakirina Rojhilata Navîn a demokratîk e. Çalakiya me li dijî sê gundên çete lê bûn hat kirin. Çalakiyek bi rêbaza operasyonê û ji sê baskan ve hat kirin. Bi êrîşa me re çete ketin nava şoqê. Nekarî bersivê bidin gerîla. Çalakiya me gihaşt serketinê. Di vê operasyonê de zêdeyî 20 çete hatin kuştin. Sê hevalên me bi lehengî heta dawiyê li ber xwe dan û şehîd ketin. Bi hevalên Diyar û Siyabend re em di heman tabûrê de bûn. Hevala Avesta jî di vê çalakiyê de şehîd ket. Her sê rêhevalên me jî di têkoşîna me ya li hemberî çeteyan de, heta dawiyê bi lehengî li ber xwe dan û şehîd ketin.
Nêzî 4 sal in min hevalê Diyar nas dikir. Hevalê Diyar bi rêhevaltî û sekna xwe re her tim ji me re bû hevalekî mînak. Ti carî ji rêhevaltiya xwe tawîz neda. Çi wezîfe jê re hat dayîn bi fedekariyeke mezin bicih anî. Em ê her tim di şopa van rêhevalên xwe de bimeşin.
TEVAHIYA CEBILXANEYA XWE HIŞTIN Û REVIYAN
RÛKEN FELAT: Di şerê li dijî çeteyan de, di nava koma çalakiyê ya li hemberî gundê Mehmûdiyê de min jî cih girt. Em di koma êrîşê de bûn. Pêşmergeyên PDK'ê jî di nava koman de cih girtin. Li nava gund me sê mewzî hedef girtin. Me li mewziyan dan. Piraniya çete reviyan. Jinên çek di dest de jî hebûn. Xefik danîbûn her cihî. Birîndarên wan tevhiya cebilxaneyên xwe hiştin û reviyan. Hevalên Diyar û Siyabend di encama gulereşandina çeteyan de şehîd ketin. Me fermandara xwe hevala Avesta jî di vê çalakiyê de şehîd dan. Berxwedaneke girîng derket holê. Me gelek cebilxaneyên çeteyan desteserkirin. Me 5 gund ji çeteyan paqijkirin.