Gerîla hem 'Pêngav'ê dinivîsîne hem jî dixwîne

Gerîla hem 'Pêngav'ê dinivîsîne hem jî dixwîne

Rojnameya Gerîla ya bi navê 'Pêngav' di şert û mercên gerîla de bi keda gerîla derdikeve û digihêje ber destê xwendevanên xwe yên gerîla. Rojnameyê, ku navê xwe ji 'Pêngav'a gerîla ya şoreşgerî a 2012'an girtiye, vê pêngava gerîla bi her awayî vedibêje û zanyariyên gerîla parve dike. Xwendevanên rojnameya li ser dîwarê mekteba dibistana gerîla tê weşandin, gerîla ye.

PÊNGAV PARÇEYEK JI DÎROKA AGIR E!

Li çiyayê Kurdistanê, ku ev 35 sal in lê têkoşîneke bêhempa tê meşandin, nirx, sazî û felsefeyek ava bû. Ji bo jiyaneke azad û bi rûmet, gerîla bi salan e li serê çiyan di nav zûrûfên herî zehmet de bi xebatê xwe dîrokê ji nû ve dixemîlinin. Ji bo dîroka Kurdan mayînde bibe, gerîla nirxên bi xwe ava dike, dinivîsîne, wêneyên wan çê dike û wan dike belge. Ji ber gerîla di rastî û haya tekoşîna dimeşîne deye. Pêwistî pê dibîne ku her kêliyên mîna agir dijîn, bikin malê dîrokê. 

Pêngav parçeyek ji wê dîroka ji agir e. Dîsa yek ji wan xebatê gerîla yê bi rûmet; xabatên zanyarî û ronakbîriyê ye. Gerîla, ji bo şert û mercên dijî, armanca têkoşîna xwe û zanyariya xwe bi civakê re parve bike, di her şert û mercî de di çanteyê xwe de defter û pênûsê hildigre, kêliyên tên jiyîn dinivîsînin û ji dîrokê re dike mal. Bi vê armancê, çend roj berê bi armanca nivîsandina gerîlayên di pêngava şoreşgerî ya sala 2012'an de jiyana xwe ji dest dan bên nivîsandin, defterek danîbûn ser Çiyayê Karker ê li Xakurkê. Lewra em dizanin gelek defterên ku bi hestên gerîla hatine xemilandin ji ber şert û mercên gerîla hîn di bin kevir û kunên çiyan de weşartîne. 

‘PÊNGAVA ŞOREŞGERÎ NE TENÊ LEŞKERÎ BÛ’

Edîtôrê Pêngava gerîla Andok Denîz da xuyakrin ku pêngava şoreşgerî ya sala 2012'an a bi beşdariya hejmareke zêde gerîlayan pêk hat, ne tenê pêngaveke leşkerî bû. Andok got, “ji bo têkoşîna azadiyê gelê Kurd bigîje serketinê û qonaxeke nû, me pêwistî dît ku bi sîyasî, îdeolojîk, çandî û leşkerî yanî bi giştî em dest bi pêngavekê bikin. Di wê pêngavê de ji ber ku gerîla bi berfirehî û serketî derbe li dijmin da, aliyê wê yê leşkerî derket pêş.

Naveroka rojnameyê jî ne tenê şerê leşkerî û bîranînê gerîla ne. Ev cihekî  sereke di rojnamê de digire. Lê em dizanin îro dijmin pir bi berfireh li ser Kurdan şerekî qirkirinê dide meşandin. Ji ber vê rastiyê, weke şoreşgerên pêngavê ji bo em bersiv bidin dijmin em hem milê leşkerî û pêwistiyên wê li ber çav digrin, lê li milê din jî em di serîde ji boy dîroka Kurda zîndî bigrin lêkolîna dikin, ji boy rojevê şîrove û analîza dikin û her tişten girîng jî ji bo em bersiv bidin qikirina ku dijmin dike em li ser çanda Kurdî û pêwistiyên çanda nû li ber çav digrin. Armanca me ku em bi berfereh nava roka rojnamê digrin ji bonî zanyarî zêde bikin, tekoşîna ideolojik, siyasî xwur bikin.”

ROJNAME XWEDÎ NAVEROKEKE DEWLEMEND E!

Rojnameya gerîla a bi navê Pêngav, li gel ewçend teknîkê jî bi pênûsa gerîla hefteyê carekê tê amadekirin. Li gel dewlemendiya naveroka wê, her weha rojname xwedî gelek nivîskar û xwendevanan e  Her gerîlayê di dibistanê de perwerde dibîne di heman demê de nîvîskareke. Mafê her gerîla yê nivîsandinê heye û di heman demê de jî xwedî wî mafî ne ku nivîsên hatine nivîsandin bibersivîne û rexne bike.
  
Raxmî ku Pêngav di zirûfê gerîla de û bi keda destan jî tê amadekirin pir dewlemend e. Tevî nivîsên quncikan, şîrove û analîzan, quncikên li ser dîrok, çand û hunera Kurdistanê jî balê dikşîne. Quncika herî balkêş ku xwendekar bê xwendin derbas nabin quncika karîkator e. Li gor jiyan, rewş û zirûfê gerîla karîkator tê amadekirin û gerîla bi kêf dixwînin. 

Di rojnameyê de bûyerên rojane tên şopandin û tên analîzkirin. Mijareke herî sereke pêngava  2012 a gerîla ye. Di vê beşê bi qasî serketinê, kêmasiyên taktîkî û sedemên ji destdayîna jiyana gerîla tên nirxandin. Gerîla ji ber li ser cografya Kurdistanê bi berferehî têdikoşin, zanyariyên cografîk ji Dêrsim, Derya Reş û Derya Spî bigire heya Rojhilatê Kurdistanê Hemedan, Şaho û Dalaho û heye bigihijê sînorê Ermeniyan û Efganîstanê dinivîsîne. Ev nîvisên cografîke hem bedewiya xwezyaa Kurdistanê dide ber çavan, hem jî cografya dide naskirin. Bi giştî, armanca rojnameya Pêngav perwerde û zaynarî ye.

Hêjaye gotinê ku gerîla di şert û zirûfên herî zehmet de jî bi qasî xebatên leşkerî ewqasî jî tekoşîneke sîyasî, îdeolojîk jî dimeşîne. Pêngav parçeyek ji wê xebatê ye.