Gerîla Meyman li Amedê spartin axê
Gerîla Meyman li Amedê spartin axê
Gerîla Meyman li Amedê spartin axê
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Erhan Karahan ê ku di sala 2011'an de li Çiyayê Cudî di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da ji Goristana Bêkesan a Meletiyê hate wergirtin û li Amedê spartin axê.
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Erhan Karahan (Memyan Bager) ê ku di 17-22'yê kanuna 2011'an de di pevçûna li Çiyayê Cudî ya Şirnexê jiyana xwe ji dest da piştî serlêdana malbatê cenaze ji Goristana Bêkesan a Meletiyê hate wergirtin.
Cenazeyê gerîla Karahan duh ji aliyê sedan kesan ve bi sloganên "Şehîd namirin", "Ey şehîd xwîna te li erdê namîne" û "Bijî Serok Apo" hate pêşwazîkirin. Serê sibê ji bo merasîma cenazeyê gerîla Karahan bi sedan kes li Goristana Yenîkoyê hatin cem hev.
Rêveberên Rêxistina BDP'ê yên Amedê û navçeyan, MEYA-DER, Dayîkên Aştiyê û bi sedan kes tevlî merasîma cenaze bûn. Piştî nimêja înê darbesta Karahan bi alên KCK'ê hate pêçandin. Piştre girseyê darbesta Karahan hilgirt û ber bi Goristana Yenîkoyê ve dest bi meşê kir.
Di merasîma cenaze de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, posterên 3 jinên kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin, alên PKK'ê û wêneyên Karahan hatin hilgirtin. Di meşê de sloganên "PKK tolhildan", "Bijî Serok Apo" û "Şehîd namirin" hatin qêrîn. Polîsan goristan dorpêç kirin.
Piştî karûbarên spartina xê rêzgirtin pêk hat. Piştre Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut axivî û diyar kir ku dewlet êdî destûrê nade ku kurdî xwedî li cenazeyên xwe derbikevin û wiha got: "Li aliyekî dibêjin diyalog û muzakere lê li aliyê din operasyonan li dar dixin. Di van operasyonan de tehemûlê nîşanî cenazeyên ciwanên kurd ên qetilkirin. Em li vir careke din bang dikin. Heke ji aştiyê re samîmî bin bila guh bidin dengê dayîkên kurd."
Pişt re Apê Karakan Mustafa Karahan jî wiha bang li Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan kir: "Êdî em naxwazin xwîn bê rijandin. Dawiya vî şerî aştiye. Em hemû vê yekê baş dizanin. Ligel van êşên em dijîn em dibêjin 'aştî' Baş guh bidin vî dengî. Heta em azad dibin em dê di rêya şehîdên xwe de bimeşin."
Piştî axaftinan girseyê sersaxî li malbatê dan û ji goristanê veqetiyan.