Gerîla Murad û Nuda ji aliyê hezaran ve hatin definkirin

Gerîla Murad û Nuda ji aliyê hezaran ve hatin definkirin

Cenazeyên gerîlayên PKK’ê  Şaziye Saydut (Nuda Mardin) li bajaroka Berman a Navçeya Stewrê ya Mêrdînê û cenazeyê gerîlayê PKK’ê  Murat Topaloglu (Amed Bingöl) jî li taxa Mirzanê ya Çewlîkê bi girseyî hatin definkirin.

Cenazeyên gerîlayê PKK’ê  Murat Topaloglu (Amed Bingol) ku di sala 2012'an de li Herêma Geliyê Dostkî ya Geverê di şer de jiyana xwe ji dest da, li taxa Mirzanê ya Çewlîkê bi girseyî hat definkirin. Malbatê piştî duh cenaze li ji Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê wergirt, di saeten serê sibê de li ser Rêya Çewlîk Xerpêtê ji ser Kaniya Yado hat wergirtin. Girseya ku karwana cenaze pêşwazî kir, bi silogana "Şehit namırın" hat pêşwazikirin. Girsê piştî cenaze pêşwazî kir, bi karwanek mezin birin Mizgefta Taxa Mirzayê û piştî vecîbeyên olî birin goristana Mîrzanê. Girseya ku beşdarî merasima cenaze bû darbesta endamê HPG'ê Topaloglu danîn ser milê xwe û bê navber siloganên "Şehit namirin", "Ey şehit rîya te rîya me ye", "PKK gel e, gel li vir e" û "Bê Serok jîyan nabe" berz kirin. Girsê piştî wecîbeyên olî pêk anîn û bi siloganan ceneze birin goristanê, bi duayan cenaze spartin axê.

 Piştî definkirinê girsê ji bo kesên di têkoşîna aştî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz girt. Li vir Nûnerê MEYADER'ê yê Çewlîkê Cengiz Turan axaftinek kir û diyar kir ku HPG'î Murat Topaloglu (Amed Bingol) encama nirxên gelê kurd e û perçeyekî nirxên gelê kurd e. Turan, da zanîn ku ew soz dide helû şehîdên gelê kurd û dê heta dawî têkoşîna wan bilind bikin. Parlamenterê BDP'ê yê Çewlîkê Îdrîs Baluken jî anî ziman ku di nava 10 rojên dawî de 3 cenazeyên endamên HPG'ê ji Geliyê Doskiyê anîn û li Çewlikê hatin definkirin û wiha got: "8 mehin Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan û tevgera Azadiya Kurd bi fedekariyek mezin ev pêvajo daye destpêkirin. Lê mixabin di vê pêvajoya ku pevçûn rawestiya ye de li ser gelê kurd şer tê ferz kirin û zilm tê meşandin. Li gel ku gelê kurd cenazeyên xwe pêşwazî dike û êşên giran dijî jî dîsa aştiyê û çareseriya demokratîk dixwaze.

Baluken, da zanîn ku her gelê kurd di aştiyê de israr dike, li dijî wan şer gûr dibe û ji hemû kesên xwedî wîjdan, bîr û bawerî û îslama rastîn dijî xwest ku tev li xebatên aştiyê bimeşinînin. Baluken, da zanîn ku li gel hemû hewldanên aştiyê yên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şer dispêkirin kurdan û dixwazin kurdan bikişînin nava şer. Baluken, da zanîn ku êrîşî gorên şehîdên kurdan dikin, êrîşî nirxên kurdan dikin, lê kurd dê neyên lîstikê. Baluken, da zanîn ku ji bo ev pêvajo bi ser bikeve û bigêje armanca xwe ji destê wan çi bê dê bikin."

Birayê endamê HPG'ê Murat Topaloğlu Burhan Topaloglu jî axaftinek kir û diyar kir ku ew dê li doza şehîdên xwe xwedî derkevin û têkoşîna wan bilind bikin. Piştî merasimê girse ji bo sersaxiyê çûn Mala Sersaxiyê ya li taxa Yenimahalleyê.

MÊRDÎN

Malbata gerîlayê PKK’ê  Şaziye Saydut (Nuda Mêrdîn) ku li herêma geliyê Doskî ya Colemêrgê jiyana xwe ji dest dabû, piştî tahlîla DNA yê Saziya Tiba Edlî ya Stebolê, cenaze wergirtin û anîn Mêrdînê. Cenaze ji aliyê gelek welatiyan ku di navde parlamenterê BDP rêveberên BDP'ê, nûnerên MEYA-DER, TUHAD-DER, KCD, KESK, endamên meclîsê yê şaredarî jî hebûn bi girseyî li Tesîsa Bêhnvedanê bi girseyî hat pêşwazîkir. Karwanê ku cenazeyê Saydût pêşwazî kir, bi tevlêbûna sedan maşîneyan cenaze birin Bajaroka Barmanê ya Stewrê ya Mêrdîn. Karwanê cenaze ji aliyê welatiyan ve bi çepik, fîtik, bi duruşman û nîşanên serketinê hatin pêşwazîkirin. Di ketina bajaroka Barmanê de girseyê bi alên HPG, KCK, YPG, postrên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û bi duruşmên "Şehît namirin", "PKK gele gel li vire", "Bijî Serok Apo", "Tolhildan", "Bê Serok jiyan nabe" cenaze pêşwazî kir. Piştre cenaze ji aliyê jinan ve hat hilgirtin û derbasî meşê bûn. Meş bi çepik, tilîlî, fîtik û duruşman berdewan kir û meş li ber mizgefta bajaroka Bermanê bi dawî bû. Piştî karûbarên olî cenazeyê Saydut bi awayekî girseyî birin goristana bajarokê.

Beriya ku cenazeyê Saydut defin bikin, darbest bi posterên Rêberê Gelê Kurd  Abdullah Ocalan û bi ala KCK'ê xemlandin. Di definkirinê de dayîka Saydut Gulperî Saydut hine danî ser darbesê, di dema danîna heneyê de girseyê demên hestiyarî jiyankirin. Cenazeyê Saydut bi dua û çepikan hat definkirin.

Ji bo cenaze Meclisa Ciwanan a BDP'a Mêrdînê merasîmek fermî hat li darxistin. Di merasîmê de sirûda Çerxa Şoreşê hat xwendin. Piştre Nunerê MEYA-DER'ê Mêrdînê Ramazan Kalkan ji malbat û gelê kurd sersaxî xwest. Kalkan, balkişand ser êrîşên li dijî goristanên gerîlayê PKK’ê  li Çiyayê Bagokê û wiha got: "Em vê êrîşên hovane yê dewletê şermezar dikin û nelet dikin. Em li pişt Şehîdên xwe û hestiyên wanin. Li tu olan û nijadan de buyerek bi vî rengî rû nedaye. Ger pêwîst bike emê şev û roj bi hezaran kes nobedariya goristana bikîn."

Herî dawî dayika Gulperî Saydut bi kelûgirî xwest axaftinekê bike. Axaftina Saydut bi duruşmên "Şehît Namirin" hat birîn. Jinan bi çepikan qurnefîl danîn ser gora Saydut. Ji bo Saydut li Bajaroka Bermanê konên sersaxiyê hat vedan