Gêrîla Tûnç ji aliyê hezaran kesan ve hate oxir kirin
Gêrîla Tûnç ji aliyê hezaran kesan ve hate oxir kirin
Gêrîla Tûnç ji aliyê hezaran kesan ve hate oxir kirin
Cenazeyê gêrîlaya HPG’ê Semar Tunç (Jiyan Amara) li bajaroka Kaniyahenê ya Êlihê ji aliyê hezaran kesan ve bi solganan li kêleka dayîk û bavê wê sipartin axê.
Endama gêrîla Semar Tunç (Jiyan Amara) di 7’ê Çileyê de li navçeya Çelê ya Colemêrgê di encama pevçûnê de bi 13 hevalên xwe re jiyana xwe dest dabû. Malbat 11 roj berê ji bo cenazeyê kaça xwe werbigire duh çûbûn Meletiyê. Lê malbatê ji ber ku li ser cenaze taxrîbên mezin hatibûn kirin cenazeyê xwe nas nekiribûn. Li ser vê yekê malbatê mînaka xwînê ji bo testa DNA’yê dabûn. 11 roj şûnde piştî encama testa DNA'yê diyar bû, malbat duh ji bo cenazeyê kaça xwe werbigire, ji bajaroka Kaniyahenê hat Êlihê û li gel rêveberê MEYA-DER’ê ji Êlihê çûbû Meletiyê.
Piştî malbatê duh serî li dozgeriyê da û cenazeyê keça xwe ji Morga Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê wergirt ber bi Êlihê ve derket rê. Cenaze duh di demjimêrên şevê de gihişt Êlihê. Li Tesîsa Bardakçilara ya di ketina Êlihê de ji aliyê bi sedan kes ve hatibû pêwazîkirin. Cenaze ji aliyê girseyaka qelebalix ve bi karwanek wesayîta ku ji sedan wesayîtî pêk dihat bi şev cenaze birin bajaroka Kaniyahenê, duh bi şev wecîbeyên olî yên cenaze pêk anîn û heta serê sibê li mizgefta Taxa Timoqiya hate hiştin. Serê sibê li ber mizgeftê bi hezeran welatiyên ku ji gundê derdorê, bajêr û navçeyan hatin kombûn. Piştî kombûna girseyê, cenaze ji aliyê jinan ve ji mizgeftê û darbesta gêrîla Tûnç a bi alên KCK, kulîlk û filamayê kesk, sor û zer hatibû xemilandin hildan dan ser milan. Li ber mizgeftê heta goristanê meş hate li darxistin.
Di meşê de Parlementera Êlihê Ayla Akat, wekîlê şaredarê Êlihê Serhat Temel, şaredarê Hezoyê Reşît Haşîmî, şaredarê Kaniyahenê Selahattîn Bulat, rêveberên BDP’a Êlihê, navçeyan û bajarokan, rêveberê MEYA-DER, endamên Înîsiyatîfa Dayîkên Aştiyê û bi hezaran kes amade bû. Di meşê de girseyê bê navber sloganên “Şehîd namirin”, “Bijî Serok Apo”, “Ey şehîd xwîna te li erdê namîne”, “PKK tolhildan” û “Qatîl Erdogan” qîr kirin.
Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Tûnç û havalên wê û alên PKK û KCK hatin hildan. Jinan û ciwanan bi sloganan li hemberî hêzên şerxwaz û hikûmeta AKP’ê bertekên xwe anîn ziman. Meş li ser goristanê bi dawî bû û cenaze hate definkirin. Di dema merasîmê de slogan hatin bilindkirin û sirûda çerxa şoreşê hate gotin.
Piştî terqînê Serokê BDP’a Kaniyahenê Tayîp Korkmaz diyar kir, wan îro jî keçek Kurdistanê sipartin axê û ji bo hemû gelê Kurd, malbat û girseyê sersaxî xwest.
‘EM DIBÊJIN ÇARESERÎ EW DIBÊJIN ŞER’
Parlementer Ayla Akat jî axivî û diyar kir ku, ew îro jî tenê nînin û ew gelin. Akat diyar kir ku, di meha Çilê de bi dehan kes jiyana xwe ji dest da û ev bû sê heb cenaze tên Êlihê. Akat destnîşan kir ku, wisa aşîtî û çareserî ava nabe û got ew hem dibêjin ji bo çareseriyê xebatê dikin û li aliyekî din jî her roj şehîdan dişînin bajarên wan. Akat da zanîn ku, şer çêkirin hêsane lê aşîtî avakirin ne hêsane û zore û got, her kes nikare aştiyê pêkbîne. Akat anî ziman ku, şehîdên wan rûmeta wane û bila her kes vê yekê baş dizanibe. Akat bi bîr xist ku, ew çûne gel Ocalan û wiha got: “Serokatî got ku ev bû 20 sale em xebatê dikin. Gotiye hûn jî dizanin çareserî dê pêk bê û hûn jî dizanin. Em her tim li pey gotinê serokatiya xwe ne. Serok silavê xwe ji jinan re jî şand.” Akat bal kişand ser şerxwaziya hikûmeta AKP’ê û diyar kir ku, Erdogan baş dizane ku gelê Kurd û ciwanên kurd baweriya xwe bi vê dozê anîne û got dê vê têkoşînê bi domînin. Akat ji hemû gelê Kurd û dayikan re sersaxî xwest.
‘BILA SERÊ SEROK SAX BE’
Xwişka gêrîla Tûnç Zayide Aslahan ji axivî û wiha got: “Bila serê Serok Apo, gelê me û hevalan sax be. Em êdî xwînê û dil êşandinê naxwazin. Bila aştiyek mayînde pêk bê. Em hêvîdarin kesê ku dilê me êşandin, dê yê wan jî ji yê me bêtir bi şewite.”
Piştî merasimê girse herikî ber mala malbata gêrîla Tûnç û sersaxî ji bo malbatê hate xwestin.