Gerîla û gel bi hev re 15'ê Tebaxê pîroz kirin
Gerîla û gel bi hev re 15'ê Tebaxê pîroz kirin
Gerîla û gel bi hev re 15'ê Tebaxê pîroz kirin
29. salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi merasîmeke bi beşdariya gel û gerîlayên HPG'ê hat pîrozkirin. Endamê Konseya Fermandariyê ya HPG'ê Sabrî Tendurek li pîrozbahiyê axivî û got, "Bi Pêngava 15'ê Tebaxê re gelê Kurd xwe ji nû ve afirandiye."
29. salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê li Herêmên Parastinê yên Medyayê ji aliyê bi hezaran welatiyên ji bajarên cûda yên Başûrê Kurdistanê û bi sedan gerîlayan, hat pîrozkirin.
Di pîrozbahiyê de fermandarên YPG û YJA Starê jî amade bûn û Endam Konseya Fermandariyê ya HPG'ê Sabrî Tendurek axaftinek kir. Di pîrozbahiyê de lîstikeke şano hat pêşkêşkirin û hunermendan jî stranên xwe yên bedew gotin.
Pîrozbahî bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo cangoriyên Kurdistanê destpê kir û dûre Endamê Konseya Fermandariyê ya HPG'ê Sabrî Tendurek axivî. Tendurek 15'ê Tebaxê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gelê Kurd û gerîla pîroz kir û got, "Di kesayetiya afirînerê Pêngava 15'ê Tebaxê fermandarê me yê efsanewî Egîd de, li pêşiya bîranîna hemû şehîdên şoreşê bi rêzdarî bejna xwe ditewînin. Bi 15'ê Tebaxê re gelê Kurd xwe ji nû ve afirand. Ev roja ku ji bo gelê Kurd bû roja şoreşê, li her devera Kurd lê dijîn weke cejna vejînê tê pîrozkirin."
Tendurek diyar kir ku PKK'ê di nava gelê Kurd de dengê azadiyê yê Rojhilata Navîn û cîhanê bilind kiriye û anî ziman ku ev dengê bi Pêngava 15'ê Tebaxê re bilind bû îro li Bakurê Kurdistanê pêvajoyeke nû daye destpêkirin û li Rojavayê Kurdistanê jî şoreşek pêk aniye.
Piştî axaftinan dirûşmayên “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin. Fermandaran 15’ê Tebaxê ya gerîllayên beşdarî şahî û merasîmê bûn pîroz kirin.
Namzetê Parlamenteriyê yê ji Herêma Ranya yê PÇDK’ê Dr. Kamuran û gelek hunermend beşdarî şahiya 15’ê Tebaxê ya li Herêmên Parastinê yên Medya bûn.
Piştî xwepêşandana şanoyê ya bi navê “Xewna hezaran salan” a ji aliyê gerîlayan ve hat lîstin, hunermendan stranên dihatin hezkirin pêşkêşkirin. Gel û gerîlayan heta derengiya şevê govend gerandin