Gerîlaya HPG’ê Munever Kara hat bibîranîn
Gerîlaya HPG’ê Munever Kara hat bibîranîn
Gerîlaya HPG’ê Munever Kara hat bibîranîn
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem, gerîlaya HPG'ê Munever Kara (Evîn Yadîgar) bi merasîmekê hat bibîranîn.
Gerîlaya HPG'ê Munever Kara (Evîn Yadigar) ku di êrîşa hewayî a di sala 2012 an de li Qendîlê jiyana xwe ji dest dabû, li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem hat bîranîn. Merasîm bi deqiqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Di merasîma bîranînê de peyama ku ji aliyê YJA-Star ve hatibû şandin, ji aliyê Endamê Meclîsa Saziya Malbatên Şehîdan Sofî Sîdar ve hate xwendin. YJA-Star di peyamê de wiha got: “Hevala me Evîn bi têkoşîna xwe ya li çiyayên Kurdistanê her tim bû xwedî sekneke biryardar û bi îdîa. Xwedî tevlÎbûneke çalak bû.”
Her wiha di merasîmê de Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Çinar Tolhildan jî bal kişand ser rola jina Kurd. Çinar Tolhildan diyar kir ku “Pêngava şerê şoreşgerî yê gel nîşanî her kesî da ku tU hêz nikare gelê Kurd tune bike û got: “Ji bo înkara nasname, hebûn û têkoşîna gelê Kurd di sala 2012’an de li ser tevgera azadiyê bi hemû awayî êrîşên dijwar pêk hatin, lê belê dijminê me bê encam ma.” Çinar Tolhildan axaftina xwe bi sloganên "Şehîd namirin", "Şehîd jîn in, jiyan in, bêmirin in" û "Bijî Serok Apo" ve bi dawî kir.
Li ser navê malbatê, Mamê Munever Kara, Evdila Kara jî got ku serê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gelê Kurd û hevalên wê sax be û wiha got: "Şehîd jîna bi rûmet e, ev tenê ne para malbatê ye para hemû gelê Kurd e. Bila dost û dijminê me zanibe ku heya Serokatî di girtîgehê de be, axa me di bin destê dijmin de be em ê Evînan mezin bikin û bi rê bikin. Evîn keça hemû gelê Kurd e, şehîd namirin. Bê Serok jiyan nabe.”
Di dawiyê de dayika Munever Kara, Xemê Kara axivî û wiha got: “Serê we hemûyan, serê Serokatiya me, gelê me û serê hemû rêhevalên Evîna min sax be. Şehîd namirin.”
Merasîm bi sloganên "Şehîd namirin", "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.