Gerîlaya PKK'ê Çelîk li Essenê hat bîranîn

Gerîlaya PKK'ê Çelîk li Essenê hat bîranîn

Gerîlaya PKK'ê Xanê Çelîk (Bêrîvan Ûrfa) li bajarê Elmanya Essenê hat bîranîn. Ji malbatê Hatîp Çelîk diyar kir ku divê herkes xwedî li Têkoşîna Azadiyê ya gelê Kurd derkeve û got, "Li Rojava şoreşeke heye. Pêwîste herkes piştgiriyê bide."

Casim Çelîk, Mûstafa Çelîk, Osman Çelîk û Xanê Çelîk...Ev nav hemû ji malbata Çelîk a ji Rihayê ne û hemûyan jî di Tevgera Azadiyê ya Kurd de jiyana xwe ji dest dane.

Malbata Çelîk bi eslê xwe ji Mêrdînê ye, salên dûr û dirêj li Rihayê dijîn. Gelek ferdên malbatê jî, ji ber zext û zora dewletê neçar mane koçî Elmanyayê bikin. Malbata Çelîk ev 20 salin di nava têkoşîna azadiyê ya Kurd de cih digire. Destpêkê Mûstafa Çelîk (Amed) tevlî refên gerîla dibe. Dûre pişsmamê wî Osman Çelîk (Mûstafa), dûre Xanê Çelîk (Bêrîvan Ûrfa) tevlî refên gerîla dibin. Bav Casim Çelîk jî, di Cotmeha sala 1995'an de ji aliyê JÎTEM'ê ve hat revandin û piştî demekê cenazeyê wî hat dîtin. 

Îro jî gelek zarokên malbatê li çiyê ne. Lê ji wan salan û pê ve ji keça malbatêw Xanê Çelîk agahî nedihat girtin. Beriya niha bi du hefteyan Komîteya Şehîdan a KCK'ê nameyek ji wan re şand û diyar kir ku Xanê Çelîk a di sala 1993'an de tevlî refên gerîla bû, di dawiya sala 1995'an de di şerekî li Şirnexê de jiyana xwe ji dest da.

Li ser vê yekê, malbatê ji bo di kesayetiya keça xwe Xanê Çelîk de hemû zarokên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bibîr bîne, mewlûdek da. Bîranîn li Komeleya Piştgiriyê ya Kurd û Elman a li bajarê Elmanya Essenê hat dayîn û mewlûd ji aliyê Mele Salihê Torî û Mele Abdulkerîm ve hat xwendin. 

Dûre li ser navê malbatê Hatîp Çelîk peyivî û got, "Em bi wan serbilind in. Bila êdî zarokên din jiyana xwe ji dest nedin. Em bi hestên tolhildanê nêz nabin. Ji bo vê jî, divê demek berî demekê çareserî û aştî pêk were." 

Çelîk ji bo rewşa Rojavayê Kurdistanê jî got, "Îro li Rojava Kurd şoreşekê pêk tînin, divê herkes xwedî lê derkeve. Çi ji destê kê tê bila bike. Komên çete serê mirovên me jê dikin, dest datînin ser malên wan. Lê Hikûmeta Başûrê Kurdistanê bêdeng e û deriyên xwe girtiye. Ev şermeke mezin e. Bila herkes destê xwe deyne ser wicdanê xwe."