Gerîlayan gelê Laleş ziyaret kirin

Gerîlayan gelê Laleş ziyaret kirin

Piştî êrîşa çeteyên DAIŞ a li hemberî Şengalê hêzên HPG’ê yên ji bo parastina Laleş a ji bo gelê Êzidî pîroz e çûn herêmê, bi gel re hatin cem hev.

Di nav wan de ku gerîlayên YJA STAR jî hene, koma gerîla rastî eleqeyeke zêde ya gelê Laleşê hat. Fermandarê Hêzên HPG’ê yê Laleş Sînan Amed xîtabî gel kir. Amed got ku wê timî gelê Êzidî biparêzin û wan tenê nehêlin.

Piştî êrîşa çeteyên DAIŞ a 3’ê Tebaxê li hember Şengalê ji bo parastina gelê Êzidî û cihên wan ên pîroz gerîlayên HPG’ê yên li herêmê bicih bûn Êzidiyên li Laleş ziyaret kirin.

Fermandarê hêzên HPG’ê yê Laleş Sînan Amed di serdanê de got ku ji bo parastina gelê Êzidî yê Laleş li herêmê ne û wiha dewam kir: “Em ê timî li cem gelê xwe bin. Divê em li gor her talûke û her cure îxtîmala ku pêş bikeve tevbigerin. Eger em vê nekin wê gelê me bi mirinê re rû bi rû were. Em wek hêzên parastina gel gelê xwe diparêzin. Mîna li Şengal em ê gelê xwe yê Ezidî yê Laleşê bi tenê nehêlin û eger di vê oxirê de berdêlek jî bê dayîn em amade ne û di vê mijarê de bila gelê me rehet be.”

Gerîlayên HPG û YJA STAR rastî eleqeyeke zêde a gel hatin, li vir pirsgirêkên gel guhdar kirin.