Gerîlayan li dijî înşeata bendavê çalakiya hişyariyê pêk anîn

Gerîlayan li dijî înşeata bendavê çalakiya hişyariyê pêk anîn

Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG’ê (NÇR-HPG) diyar kir artêşa Tirk li bejahiya gundê Pîre, Hevrê û Sebana yên girêdayî Sason a Êlihê operasyon daye destpêkirin, operasyon 17’ê Îlonê bi awayekî bê encam vekişiyaye. NÇR-HPG da xuyakirin ku gerîlayên  wan çalakiyeke hişyariyê li hemberî înşaeta bendava li ser ava Botan a Sêrtê li dar xistine û her wiha derb arê keşfên li Herêmên Parastinê yên Medya agahî dan.

‘OPERASYONA LI SASONÊ BÊ ENCAMA BI DAWÎ BÛ’

NÇR-HPG ya di daxuyaniya xwe ya nivîskî de diyar kir 17’ê Îlonê saet 10.00’an artêşa Tirk li bejahiya gundên Pîre, Hevrê û Sebane yên girêdayî navçeya Sasonê ya Êlihê operasyon daye destpêkirin.

NÇR-HPG anî ziman ku operasyon haman rojê saet 15.00’an bê encam vekişiyaye û wiha dewam kir: “Dîsa di rojên dawî de artêşa Tirk ji bo navçeya Silopya ya Şirnexê, navçeyên Hênê û Licê yên Amedê sewqiyateke zêde ya leşkerî dike. Her wiha 17’ê Îlonê saet 22.00’an du panzerên aîdî artêşa Tirk a dagirker li gundê Bulakbaşi yê girêdayî Îdirê û derdora gund dewriye geriyaye.”

‘LI HEMBERÎ BENDAVA TEVÎ HEMÛ HIŞYARIYAN TÊ ÇÊKIRIN ÇALAKÎ’

NÇR-HPG daxuyakirin ku gerîlayan li hemberî înşaeta bendavên ya di navbera navçeyên Zîzan û Berwarî yên Sêrtê yên li ser ava Botan tên çêkirin çalakiyeke hişyariyê pêk anîn. NÇR-HPG destnîşan  kir ku ji ber çêkirina înşaetê nehat rawestandin gerîlayan 17’ê Îlonê saet 19.30’an de makîneyeke kar a di bendavê de şewitandin.

LI HERÊMÊN PARASTINÊ  YÊN MEDYA GERÊN KEŞFÊ

NÇR-HPG diyar kir ji 14’ê Îlonê heta îro li Herêma Zagros a girêdayî Herêmên Parastinê yên Medya bi awayekî zêde keşif tên kirin. NÇR-HPG ragihand ku 17’ê Îlonê saet di navbera 07.30 û 15.00’an de li ser herêma Zap keşif pêk hatiye.