Gêrîlayan li dijî Qereqola Botaşê û lûleya petrolê çalakî pêkanî

Gêrîlayan li dijî Qereqola Botaşê û lûleya petrolê çalakî pêkanî

HPG’ê ragihand ku, gêrîlayan ji du aliyan ve êrîşî Qereqola Botaşê ya Mêrdînê kirine û 2 leşker kuştine, her wiha çalakiya li dijî lûleya peterolê ya Botaşê ya Kerkûk-Yûmûrtalikê girt ser xwe.

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê (HPG-NÇR) ragihand ku, 17’ê Çileyê di demjimêr 20.00’an de li dijî Qereqola Botaş (Gundê Yemîşlî) ya girêdayî navçeya Mîdyat ya Mêrdînê çalakiyek pêkanîne. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “ Gêrîlayên me ji du aliyan ve êrîşî 2 çeper û qereqolê kirine. Di êrîşê de çeperek hate îmha kirin û 2 leşker di çeperê de hatin kuştin. Çeper û avahiyên qereqolê bi awayek bandor têne gule baran kirin. Di encama gulebarana bibandor de hêjmara kuştî û birîndarên dijmin ji aliyê me ve nehatine zelalkirin.”

Piştî rojekê yanî 18’ê Çileyê di demjimêr 21.45’an de çalakiya li dijî lûleya petrolê ya Kerkûk-Yûmûrtalik ya nêzî gundê Kartmînê yê girêdayî navçeya Mîdyata Mêrdînê HPG’ê girte serxwe. HPG-NÇR’ê diyarkir ku, “lûleya petrolê ya agir pêket, zirarek mezin dît.”

Her wiha HPG-NÇR’ê aşkera kir ku, 16’ê Çileyê li dijî polîsên li derdora nexweşxaneya dewletê ya Mêrdînê dewriyeyê digeriya çalakî pêkanîne, di vê çalakiyê de “polîsek yê dijmin” hatiye kuştin.