Gerîlayê ARGK'ê Arîf Boga li Montpellîerê hat bîranîn
Gerîlayê ARGK'ê Arîf Boga li Montpellîerê hat bîranîn
Gerîlayê ARGK'ê Arîf Boga li Montpellîerê hat bîranîn
Gerîlayê ARGK'ê Arîf Boga yê di sala 1997'an de jiyana xwe ji dest da, li bajarê Fransa Montpellîerê hat bîranîn. Di bîranîna li Mala Kurd de xuşk û birayê Boga jî amade bûn.
Gerîlayê ARGK'ê Arîf Boga yê ku yek ji 26 gerîlayên ARGK û HPG yên ji aliyê Komîteya Şehîdan a KCK'ê ve çend roj berê hat aşkerakirin ku jiyana xwe ji dest dane, di sala 1990 de li Ewropayê beşdarî refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bûbû. Boga yê ji Xelfetiyê, di 9'ê Tîrmeha sala 1997'an de li Heftanînê jiyana xwe ji dest da.
Ji bo Boga û 25 gerîlayan li bajarê Fransa Montpellîerê merasîmeke bîranînê hat lidarxistin. Di bîranînê de xuşk û birayê Boga Hatîce û Mehmet Boga jî amade bûn. Hatîce û Mehmet Boga da xuyakirin ku ew xwedî li bîranîna birayê xwe derdikevin.
Di axaftinên hatin kirin de hat gotin, "Di kesayetiya Arîf Boga de emê bi tevahiya şehîdên Kurdistanê re dilsoz bin". Bîranîn bi dirûşmên "Şehîd namirin" bi dawî bû.