Gerîlayê Cesûr

Gerîlayê Cesûr

Dijwar SILOPÎ li hemberî leşkerên Tirk bi qehremanî jiyana xwe ji destdide.

Gerîlayê leheng Dijwar SILOPÎ yê bi navê Hasan Algor li Slopî ji dayîk dibe. Dibistan nexwendiye û sala 2010 an tevlî nava refên gerîla bûye. Naskirina van şoreşgeran bi mirov çi dide hîskirin, Bi bihîstina nav û lehengiya wan re, berî her tiştî ji te re dibêjin ji gelê bindest zarok û ciwanên mirinê nasnakin ji dayîk dibin. 

Silopî ji zaroktiyê deriyê dilê xwe ji rêzik û zagonan re venake. Wêrektiyeke wî ya kor heye, ne hêzê ji malbata xwe dixwaze ne jî ji civakê dixwaze, tenê çend hevalên wî hene. Hevalên wî yên ku civak bi navê zarokên kolanan dide naskirin, lê li gel wî dost û hevalbend in. Li gorî kevneşopiyên civakê yên dewletê ew ji rastiya wan dûrxistine û bi rengê xwe teşe dayê, tevnager e, lêgerînên wî yên rastiyê dixetimîn in û ruhê wî tengav dikin. Her çi qasî dayik û bav zarokên xwe ji wî diparêz in û naxwazin nêzî wî bibin, ew bi van nêzîkatiyan bandor nabe. Di çavê civakê de mirovekî xerab û wê zarokên wan ji rê derxîne, tê dîtin. Slopî li kesekî guhdar nake û mîna dixwaze li her deverê diger e. Serê xwe ji kesekî re natewîn e, ne ji polîsan ditirse ne jî ji mirovên wî napejirînin ditirs e. Kesek wate nade ruhê wî yê şêt, ciwan e û dikeve bin bandora şerê taybet ê ku dewleta Tirk li ser ciwanên Kurd dide meşandin. Silopî nizane ku dewleta Tirk bi zanebûn berê ciwanên Kurd dide diziyê û tiştên xerab. 

SILOPÎ BEŞDARÎ MEŞ Û MITÎNGAN DIBE 

Quncik bi quncik kolanan dinas e, wexta dibîne polîs êrîşî ciwanên Kurd dikin û wan îşkence dikin, beşdarî meşan dibe. Ew jî mîna ciwanên Kurd ji bo xwe biparêz e, bi keviran li dijî polîsan şer dike. Rexmî ku kesek bawerî nade ku paşeroja wî rewneq be, ew tevlî xebatên ciwanan dibe. Ji diziyê û xerabiya bê zanebûn ketiye nav de dûrdikev e. Ji milê polîsan ve tê binçavkirin û di wê binçavkirine de tê îşkencekirin. Her ku polîs wî îşkence dikin kîna wî li hemberî wan kûrtir dibe û derdê wî ewe ku rojekê firset têkev e destê wî de û tola xwe û hevalên xwe rabike. 

PIŞTÎ KU JI DESTÊ POLÎSAN DERTÊ BERÊ XWE DIDE ÇIYAN

Sala 2010 an berê xwe dide çiyan û tevlî nava refên gerôla dibe. Diçe bakurê Kurdistanê û perwerdeya xwe ya şervanê nû di nava şert û mercên şer de dibîne. Tenê 15 rojan perwerdeya leşkerî dibîn e. Di tevlîbûna xwe ya perwerde û jiyanê de gelekî xurt e. Taybet bi lez fêrbûyîna xwe ya şert û mercên gerîla, bawerî dide gerîla û piştî perwerde diçe piratîkê. Hemû hewldayîna wî ewe ku tiştên ji gerîlayekî têne xwestin çi ne, fêrbûyîne. Hesenê weke zarokê kolana tê naskirin û tenê çend hevalên wî hene, di nava gerîla de çalak e, bi her kesî re dide û distîne. Yên wî di nava civakê de dinasin, balkêş û matmayî dimînin ku ewqasî di demekî kin de guhertin bi xwe re daye çêkirin. Eger guhertin bi xwe re çêkiribe jî, çavkaniya xwe ji bawerîdayîna gerîla digire. Gerîlayê bi navê Xebat Xoy ê ku pê re jiyaye wiha behsa wî dike “ min perwerdeya şervanê nû da hevalê Dijwar û çend hevalên din. Tevlîbûna wî ji bo herkesî balkêş hatibû. Ez bawerim bawerî nedidan ku ew tevlî bibe. Hevalê Dijwar di nava civakê de mirovekî çor, hişk û kesayeteke seraser hatiye naskirin. Lê belê di şêweyê şehadeta wî de diyar dibe ku ew ciwanekî dilrehm, merd û wêrek bû. Di nava hevalan de hevalê ku rêzikên gerîla dîqet dikirin û dixwest zû fêr bibe ew bû. Gelekî israr kir ku biçe piratîkê û tevlî şer bibe. Dizanîbû piratîk zehmet e, dibe ku tu gelek rojan bê nav û av bimîn e, tu di nava dijmin de bimîn e û tu zorî bikişîne, rexmî wê jî hevalê Dijwar bi zora xwe çû tevlî taximeke piratîkî bû. Heyanî ku şervanê nû fêrî erazî, şert û mercên gerila dibin, wextek li sere derbas dibe, ji ber jiyana gerila naşibe jiyana wan ya berê. Hevalê Dijwar li bajaran mezin bibû, şivantî jî nekiribû ku mirov bibêje bi riya şivantiyê fêrî çiyan bûye. Hemû hevalan hurmet didan hewesa wî ya fêrbûyîna gerilayetî. Civakê bawerî nedaye hevalê Dijwar, wekî ciwanekî hestê hezkirine li beramberî xwe nedîtibû û bê pêwendî mabû. Di nava hevalan de berovajî bû, ciwan û nûyê taximê bû, ji bo fêrbibe, hevalan ji her milî ve pê re dibûn alîkar û ew bi xwe jî gelekî bi hevalan ve hatibû girêdan.” 

SILOPÎ BI ÇEND HEVALÊN XWE RE BERÊ XWE DIDE MÎKSÊ 

Gundê Mîksê newelatparêz in û hemû cerdevan in. Erazî hemû zozan in û darek nîne tu xwe biparêz e. Silopî û hevalên xwe israr dikin wê qadê vekin û cihê ti carî artêşa Tirk texmîn nake ku gerîla çalakî bikin, li wê derê çalakî lidar bixînin. Ew û hevalekî xwe diçin gundê Mîksê dixwazin keşfa çalakiyê bikin. Gerîlayê bi Silopî re ye, ji bo keşfa çalakiyê bike diçe nêzî gundiyan dibe, û Silopî jî ji cihekî dûr wî çavdêriyê dike. Cerdevan fêmdikin ku hevalê wî gerîla ye û hatiye keşfê bike. Wî digirin û heyanî radestî leşkerên Tirk dikin wî îşkence dikin, Slopî jî ji dûrve temaşedike û dibîne kîjan cerdevan hevalê wî îşkence dikin. Slopî paşde nazîvir e û pîlansaziya xwe çêdike.

BI QEHREMANÎ LI BERXWEDIDE Û JIYANA XWE JI DEST DIDE 

Silopî dizane keşfa wan aşkera bûye, tenê maye û hevalê wî ketiye destê leşkerên Tirk de, gelo wê tenê bikaribe çalakiyeke ku dixwaze lidarbixîn e? Ev hemû fikar di serê wî re derbas dibin, lê biryar nade wiha vegerê gel hevalên xwe. Plansaziya xwe çêdike ku biçe wan cerdevanên hevalên wî işkence kirine bê bandor bihêle, piştî ku leşkerên Tirk werin bi wan re têkeve nava pevçûnê de, lê belê girûra wî dest nade ku vala vegere û ser de jî hevalê wî ketiye destê artêşa tirk de.  
Sılopî çeka xwe radike û berê xwe dide wan cerdevanan, yek bi yek wan bê bandor dihêl e. Hîna pevçûn di navbera wî û cerdevanan de didome leşkerên Tirk tên. Sılopî hesabê vê yekê kiriye û bi wan re dikeve nava pevçûnê de. Ne cerdevan ne jî leşker texmîn nakin ku ciwanekî Kurd bi tena serê xwe wisa li hemberî wan li berxwedide. Sılopî heyanî fîşeka xwe ya dawiyê şerdike. Tenê yek bombe pê re maye, bombeya ku destûr nade ku têkeve destê leşkerên Tirk de. Bi teqîna bombê re, kevok difirin, cerg û dil dişewitin, û dayîk dilorîn li ser lehengê canê xwe fedakiriye û bi qeremanî jiyana xwe ji destdaye. Leşker ji tirsa re newêrin biçin ser cenazeya wî û qet texmîn nekirine ku gerilayekî ciwan ew qasî bi bîryarekî xurt li dijî wan têkoşîn kiriye.