Gêrîlayê HPG’ê Barût bi girseyî hate defin kirin
Gêrîlayê HPG’ê Barût bi girseyî hate defin kirin
Gêrîlayê HPG’ê Barût bi girseyî hate defin kirin
Li Amdê cenazeyê gêrîlayê HPG’ê Farûk Barût (Dîcle Firat) ji aliyê sedan kesan ve hate definkirin.
Cenazeyê gêrîlayê HPG’ê Farûk Barût (Dicle Firat) yê ku di pevçûna 7'ê Çileyê de li navçeya Çelê ya Colemêrgê bi 13 hevalên xwe re jiyana xwe ji dest da, di 22'ê Çileyê de li şûna Emrah Kaya (Kurtay Leşker) birin Colemêrgê û li Goristana Serê Solan hatibû definkirin. Piştî encama DNA'yê hate aşkerakirin cenazeyê li Colemêrgê hate definkirin yê gêrîla Farûk Barût e. Li ser vê yekê bi malbata gêrîlaEmrah Kaya û Faruk Barut re gelek kes çûn goristanê cenaze ji cihê lê hatî definkirin derxistin û anîn Amedê.
Cenazeyê gêrîla Barût piştî li Goristana Yenîkoyê wecîbeyên olî bi cih anîn li Goristana Yenîkoyê hate definkirin. Seroka Şaxa MEYA-DER'ê ya Amedê Leyla Ayaz, Hevserokê Rêxistina BDP'ê yê Amedê M.Emîn Yildiz, malbatên gêrîlayên HPG'ê Barût û Kaya û gelek kesên din tevlî merasîma cenaze bûn. Di merasîma cenaze de sloganên "Şehîd namirin", "PKK gele gel li vire" û "Tekoşîn berxwedan rêya me rêya şehîda ye" hatin qîr kirin.
‘HÊVÎ DIKIM DÊ BIBE ŞEHÎDÊ DAWÎ’
Piştî karên definkirinê rêzgirtin pêk hat û sirûda "Çerxa Şoreşê" hate xwendin. Li ser navê malbata gêrîla Barût Apê wî Îbrahîm Barût axivî û wiha got: "Hevalê Farûk şehîdê Kurdistanê yê yekmîn nîne lê hêvî dikim ku dê bibe yê dawî. Serê gelê Kurdistanê sax be."
Seroka Şaxa MEYA-DER'ê Leyla Ayaz jî wiha got: "Berî herî tiştî serê gelê Kurd sax be. Em li ser gora hevalê xwe soz didin. Em dê heta dawî xwedî li bîranînên wî derbikevin û di riya wî de bimeşin." Bavê Gêrîlayê HPG’ê Emrah Kaya Azîz Kaya jî diyar kir ku, ji ber dewletê îşkence û muameleya xirab li cenazeyên zarokên wankirin û nedihatin nasîn û wiha got: "Ji ber ku dewletê îşkence û muameleya xirab li şehîdên me kirin êdî em zarokên xwe nasnakirin. Rêheval Farûk jî şehîdê mine. Emrah jî. Ez dê îro biçim şehîdê xwe yên din jî bînim."
Hevserokê Rêxistina BDP'ê yê Amedê M.Emîn Yildiz jî wiha got: "Li Kurdistanê operayonên qirkirin û îmhayê berdewam dike. Banga me ewe ku ev operasyon li her derê rawestin."
Piştî axaftinan girse ji bo sersaxiyê çûn Mala Şînê ya Dîcleyiyan.
Piştî karên definkirinê malbata Gêrîlayê Emrah Kaya ji bo cenazeyê zarokê xwe werbigire ber bi Meletiyê ve bi rê ket.