Gerîlayê HPG'ê Demhat Peyaz bi girseyî hat definkirin
Gerîlayê HPG'ê Demhat Peyaz bi girseyî hat definkirin
Gerîlayê HPG'ê Demhat Peyaz bi girseyî hat definkirin
Gerîlayê HPG'ê Denîz Gem (Demhat Peyaz) ku di sala 2012'an de li Çiyayê Kato jiyana xwe ji dest da, ji aliyê sedan kesan ve hat definkirin.
Gerîlayê HPG'ê Deniz Gem (Demhat Peyaz) ku di sala 2012'an de di şerê Çiyayê Kato yê Şirnexê de jiyana xwe ji dest da, piştî otopsiya Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê bi girseyî li Amedê hat definkirin.
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Gem, li Tesîsa Petrolê ya Awa bi girseyî hat pêşwazîkirin.
Girsê piştî bi karwaneke mezin cenazeyê Gem wergirt birin Goristana Yenîkoyê ya Amedê.
Girsê piştî wecîbeyên olî darbesta cenazeyê Gem danin ser milê xwe û bi siloganên "Şehît namirin", "Ey şehîd xwina te li erdé namîne", "Bijî serok Apo" û "PKK gel e, gel li vir e" heta gorê meşiyan.
Piştî cenazeyê Gem hat veşartin girseya gel ji bo kesên di têkoşîna aştî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz girt.
Li ser gora Gem Hevseroka Şaxa MEYADER'ê ya Amedê Halil Oruç axivî û diyar kir ku ewê heta dawiyê li têkoşîn û doza kesên jiyana xwe ji dest dane xwedî derkevin.
Rêveberê BDP'ê yê Amedê Eşref Memedoglu jî diyar kir ku ew bi xêra kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane li vir in û ew deyndanên şehîdên xwe ne.
Mamê gerîlayê HPG'ê Denîz Gem Nusret Gem jî anî ziman ku Gem Şehîdê gelê kurd û hemû kurdistanê ye. Xalê gerîlayê HPG'ê Gem Abdullah Arpa jî anî ziman ku gelê kurd bi xêra şehîdên xwe hatiye vê astê û gelê kurd deyndarê şehîdan e.
Girseya ku cenazeyê Gem defin kir piştî karê definê çûn mala sersaxiyê ya ji bo 3 gerîlayên HPG'ê li Mala Pasûriyan hatiye vekirin ziyaret kirin û sersaxî ji malbatan re xwestin.