Gerîlayê HPG'ê Ekîn hat bîranîn
Gerîlayê HPG'ê Ekîn hat bîranîn
Gerîlayê HPG'ê Ekîn hat bîranîn
Gerîla HPG'ê Ekîn Morsumbul (Huseyîn Welat) ê di sala 2012'an de li Colemergê di şerekî de jiyana xwe ji dest dabû ji aliyê malbat û BDP'yiyan ve hat bîranîn.
Ji bo gerîlayê HPG'ê Ekîn Morsumbul (Huseyîn Welat) ê di sala 2012'an de li Colemêrgê di şerekî de jiyana xwe ji dest dabû li gundê Îbraman ê girêdayî Çewlikê mewlûd hat dayîn. Serokwekîlê Koma BDP'ê Îdrîs Baluken, Endamê Meclîsa Daîmî ya KCD'ê Alî Riza Yurtsever, Nûnerê MEYA-DER ê Çewlikê Cengîz Turan, Hevserokê Rêxistina BDP'ê ya Çewlikê Halîs Yurtsever, endamên meclîsa şaredariyê, rêveberên bajêr û navçeyan jî di nav de gelek hemwelatî jî beşdarî mewlûdê bûn. Di mewlûda ku dua hatin xwendin de, BDP'yî û welatiyan gora Ekîn Morsumbul (Huseyin Welat) ziyaret kirin û gul danîn ser gorê.
Serokwekîlê Koma BDP'ê Îdrîs Baluken ku li wir axivî got ku pêvajoyeke krîtîk û dîrokî destpê kiriye, 1'ê Îlonê nêz dibe û wiha berdewam kir: "Tevî ku hîn jî cenazeyên me tên bi vî awayî em aştiyê qîr dikin. Mixabin em zîhniyeteke wiha re rû bi rû ne ku hewl dide serî li vî gelî bitewîne û mehkûmî dîroka koletiyê bike. Yek ji sedema ku em vê zîhniyetê qebûl nakin jî şehîdên me ne. Em ê hewl bidin bibin layiqî têkoşîna ku wan afirandiye. Ji bo xwedîderketina îro spasî û rêzdariya xwe pêşkêşî tevayî hevalên me û malbatê dikim."
Piştî Baluken hevsera Morsumbul ê gerîlayê HPG'ê Lutfiye Morsumbul jî got, "Ji ber ku ez li derveyî welat bûm nikarîbûm beşdarî cenazeyê heval Ekîn bibim. Lê belê dema ez hatim û min gora wî dît, min serbilindiyeke mafdar jiya. Ji ber ku vir veguherandine goristana şehîdan. Ez her kesê xwedî ked spas dikim."
Morsumbul didewama axaftina xwe de got ku wê cenazeyê endamê MKP-HKO Daîmî Kîşî (Pîro-Şîar) wê sibe bînin gundê Îbraman û li cem Ekîn Morsumbul were defnkirin û da xuyakirin ku wê cenaze mîna yê Morsumbul e, pêşwazî û rûmetdar bikin.