Gerîlayê HPG'ê Gulçîmen li ser gora xwe hat bîranîn

Gerîlayê HPG'ê Gulçîmen li ser gora xwe hat bîranîn

Gerîlayê HPG'ê Kaddafî Gulçîmen (Cesûr Erzirom) ku di 14'ê Cotmeha 2012'an de di pevçûneke li navçeya Kemah a Erzînganê jiyana xwe ji dest dabû li navçeya Karaçoban a Erziromê li ser gora xwe hat bîranîn.

Bi sedan Kurdistanî li ber avahiya rêxistina BDP'ê a Karaçobanê hatin cem hev û heta goristanê meşiyan. Di meşê de bênavber dirûşmayên “Şehîd namirin” hatin berzkirin û li goristanê ji bo kesên ku di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz hat girtin. Mele Sadrullah Elî li wir axaftinek kir û wiha got: "Em yekem berdêla Karaçobanê bi rêzdarî bi bîr tînin. 30-40 sal berê me nikarîbû bigota em Kurd in lê em niha bi rehetî dibêjin em Kurd in û welatê min Kurdistan e. Welatê Kurdan ji aliyê Ereb, Tirk û Farsan hat parçekirin û her tim Kurd rastî îmha û înkarê hatin. Lê azadî pir nêz e."

Piştre Serokê Rêxistina BDP'ê ya Karaçobanê Siddik Ugur axivî û wiha got: "Em tu caran gerîlayên xwe yên leheng ku ji bo azadiya gelê Kurd û Kurdistanê jiyana xwe ji dest dane ji bîr nakin û nadin jibîrkirin. Ew li çiyayan bi lehengî şer dikin û em ê jî li vir li têkoşîna wan xwedî derkevin. Bi salane Kurd di bin esaretê de rastî zilm û neheqiyan hatin, lê niha pêşiya vê hat girtin. Azadiya Kurdan nêz e. Em şoreşa Rojava û şehîdên Rojava silav dikin."

Merasîma bîranînê bi xwendina dua û dirûşmaya 'Şehîd namirin' bi dawî bû.