Gerîlayê HPG’ê Îldem li ser gora xwe hat bîranîn

Gerîlayê HPG’ê Îldem li ser gora xwe hat bîranîn

Gerîlayê  HPG’ê Cumalî Îldem (Çekdar Rojaçiya) ê di sala 2012’an de li bejahiya Payîzava ya Wanê jiyana xwe ji dest dayî  li ser gora xwe hat bîranîn.

Gêrîlayê HPG’ê Cumalî Erdem (Çekdar Rojaçiya) ê li bejahiya Gurpinar a Wanê di sala 2012’an de di şerekî de jiyana xwe ji dest dabû li ser gora xwe hat bîranîn. Di bîranînê de ligel rêveberên MEYA-DER û Rêxistina Qoserê ya BDP’ê alîkarên şaredariyan, endamên meclîsa şaredariyan, HDK, KURDÎ-DER, Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê û bi sedan hemwelatî amade bûn. Girseya ku li ber mala Cumalî Erdem (Çekdar Rojaçiya ) ya li Taxa Cumhuriyetê kom bû bi dirûşmayên “Tolhildan, tolhildan”, “Ocalan”, “Bijî Serok Apo” û “Şehîd Namirin” heta goristanê meşiyan. Girseya ku gora Îldem ziyaret kirin qerenfîl danîn ser gorê û deqiqeyek rêz girtin.

Piştî rêzgirtinê Nûnerê MEYA-DER ê Qoserê Îsa Denlî got, “Em deyndarê şehîdên xwe ne.” Turku Îldem, dapîra gerîlayê  HPG’ê Îldem jî got, “Em wek malbat timî li şehîdên xwe û gerîllayên xwe xwedî derkevin. Em li Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan xwedî derkevin.”