Gerîlayê HPG’ê Karwan Gabar li Kelarê hat bibîranîn
Gerîlayê HPG’ê Karwan Gabar li Kelarê hat bibîranîn
Gerîlayê HPG’ê Karwan Gabar li Kelarê hat bibîranîn
Gerîlayê HPG'ê Karwan Gabar bi merasîmekê li navçeya Kelar Bawenûrê hat bîranîn.
Gerîlayê HPG’ê Karwan Gabarê ku di 14’ê Îlona 2012’an de di şerekî de li Bakurê Kurdistanê jiyana xwe ji dest da, di yekemîn salvegera ji destdayîna jiyana xwe de duh êvarê bi merasîmekê li navçeya Kelar Bawenûrê bi beşdariya sedan kesan hat bibîranîn.
Di bîranînê de dayik û bavê gerîla Karwan Gabar, Hevserokê PÇDK’ê Diyar Xerîb, namzetên lîsteya 113 ya Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê û Koma Şehîd Karwan amade bûn. Biranînê bi deqeyekê rêzgirtin ji bo cangoriyên Kurdistanê destpê kir û piştre berpirsê PÇDK’ê yê herêma Germiyanê Sehêl Xurşîd (mamosta Şemal) axaftinek kir û balkişand li ser têkoşîna şehîdan û got: “ Şehîd Gabar bi canê xwe ew peyama bi wate daye dijminê gelê Kurd ku Kurdistan yek parçe ye û di rêya azadiya Kurdistanê de tişta ji destê me bê emê bikin.”
Mamoste Şemal diyar kir, ku ji bo gelê kurd bigihê maf û azadiya xwe pêwiste xwedî li şehîdan derbikevin û şopdarê têkoşîna wan bin. Şehîd Karwan jî yek ji wan nimûneyane ku ji bo afirandina yekitiya neteweyî ya Kurdistanê têkoşiyaye.
Bavê gerîlayê HPG’ê Karwan Gabar mamoste Elî Heme Salih ji axaftinek kir û got: “ Ez wek bavê Şehîd Karwan şanazim ku xwedî wî kurî me, ne tenê kurê min e, kurê hemû Kurdistaniyane.”
Di dawiyê de Hevserokê PÇDK’ê Diyar Xerîb axivî û bal kişand ser giringiya xwedîderketina li şehîdan û got: “Xwedîderketina şehîdan di vê ne tenê şeklî be, divê peyama berdewamkirina têkoşîna doza wan be. Şehîd giyanê wan li ser destin û cihekî yên xwe yê bê ku bê ji bîrkirin hene. Ji ber ku, ji bo jiyaneke nû ya hemû neteweyan hewl dane.”
Di dawiyê de, ji aliyê koma Şehîd Karwan ve çend helbest hatin xwendin û meresîm bi dirûşmeyên “ şehîd namire” bi dawî bû.