Gerîlayê HPG’ê Tetmûyî ser gora xwe hate bîranîn

Gerîlayê HPG’ê Tetmûyî ser gora xwe hate bîranîn

Gerîlayê HPG’ê Mehredad Tetmûyî bi nasnav Ferhad Ayhan li Gorîstana Şehîdan a Ranya di yekemîn salvegera ji destdana jiyana xwe de duh li ser gora xwe hate bîranîn. Di merasîma bîranînê de komîteya Şehîdan a PJAK’ê, malbata wî û hevalên wî amade bûn.

Li Goristana Şehîdan a navçeya Ranya’yê gerîlayê Hêzên Parastina Gel (HPG) Mehredad Tetmûyî kû bi nasnav Ferhat Ayhan ê ku di 2’ê Îlona 2012’an de di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da di yekemîn salvegera ji destdana jiyana xwe de ji aliyê malbat, rêheval, gelê deverê û komîteya şehîdan a Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) ve li ser gora xwe hate bîranîn.

Merasîma bîranînê ya ku malbata gerîlayê HPG'ê Ferhad, gelê deverê û komîteya şehîdan a PJAK’ê amade bû, bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Piştî wê li ser navê Komîteya Şehîdan a PJAK’ê Şerwîn Mezlûm li ser girîngiya şehîdan û gerîlayê HPG'ê Ferhad axivî. 

Mezlûm di axaftina xwe de da zanîn ku yên pêşiya wan ronî dikin şehîd in, ew pêşeroja wan in û got: “Şehîd pêşengên tekoşîn û riya azadiya gelê Kurd in. Yên ku têkoşîna azadiyê anî vê rojê, şehîdên şoreşa azadiya Kurdistanê ne. Lewra divê em xwedî li têkoşîn û bîranîna şehîdên xwe derbikevin û bibin rêhevalên wan. Şehîd Ferhat tenê ne şehîdê malbata xwe ye. Ew şehîdê hemû gelê Kurd ê bi şerefe. Daxwaza herî mezîn a şehîd Ferhad ew bû ku tevayî jiyana xwe di ber xizmeta gelê xwe de derbas bike, bibe şoreşgerek azad û di xizmeta ramana Apoyî de be. Ji bo vê jî em li vê derê li ser navê komîteya şehîdan a PJAK’ê soz didin di kesayeta şehîd Ferhad de daxwazên hemû şehîdên xwe bînin cih û soz didin heta azadiyê em riya pak a şehîdan û Rêber Apo bişopînîn û berdêl çi dibe bila bibe emê bi serbilindî bidin. Lewra dibêjin “Şehîd Namirin, Bijî Serok Apo, Bijî Berxwedana Gelê Kurd. Li ser navê komîteya malbatên şehîdan dibêjîn serê malbata şehîd Ferhat û tevayî gelê Kurd saxbe.”

Merasîm bi dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Şehîd Namirin”, “Şehîd Ferhad Namire” bi dawî bû. 

Mehredad Tetmûyî bi nasnav Ferhad Ayhan li bajarê Selmas ê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bibû. Di 2’ê Îlona 2012’ê de li Bakurê Kurdistanê di pevçûnek li dijî leşkerên Tirk de jiyana xwe ji dest da bû. Ji ber ku rejîma Îslamî ya Îranê destûr nade ji Rojhilatê li ser warên xwe bên defin kirin, ji bo wî li goristana şehîdan a Ranya ku dikeve ser sinorê Rojhilatê Kurdistanê tên defin kirin.