Gerîlayê PKK’ê Taştan li ser gora xwe hate bîranîn
Gerîlayê PKK’ê Taştan li ser gora xwe hate bîranîn
Gerîlayê PKK’ê Taştan li ser gora xwe hate bîranîn
Gerîlayê PKK’ê Elî Taştan li gundê Dardagan ê Semsûrê li ser gora xwe hate bibîranîn.
Gerîlayê PKK’ê Elî Taştan ê bi nasnav Xelîl ku di sala 1996’an de li Dêrsimê jiyana xwe jidest dabû û li gundê Dardagan ê Semsûrê hatibû veşartin, li ser gora xwe hate bibîranîn. Di merasima bîranînê de li gel malbat û sedan welatiyan, parlementera BDP’ê ya Stenbolê Sebat Tuncel, BDP’a Semsûrê, rêveberên KURDÎ-DER û YAKAY,DER’ê tevlîbûn. Girseya ku ji bo tevlî merasima bîranê ya li ser gorê bibin li gundê Dardagan hatin gel hev, ji vir alên PKK’ê û wêneyên gêrîla Taştan hilgirtin û ber bi goristanê ve meşiyan. Di dema meşê de sloganên “Bijî Serok Apo”, “Şehîd namirin”, “Bijî berxwedana YPG’ê” qîr kirin. Ji ber lorînên dayîkan, kêliyên hestiyar jiyan bûn.
Piştî rêzgirtina li ser gorê, birayê gerîlayê PKK’ê Taştan, Kemal Taştan axivî û diyarkirin ku, ew ji ber vê tekoşîna birayê xwe serbilindin û got: “Em weke malbatê soz didin ku, dê tekoşîna zarok û birayên xwe bimeşînin.”
Di bîranînê de parlementera Stenbolê ya BDP’ê Sebahat Tuncel jî axivî û diyarkir ku, “Ev 30 sale gelê me di vî welatî de tekoşîna azadiyê dide. Gelê Kurd bi xwedî derketina li ziman, nasname û çanda xwe, îro gelê Kurd gihaye astekê, îro destkeftiyên kurdan hene. Yanî bedelên ku hatine dayîn bê beramber nema. Eger îro em behsa Kurdistanê bikin û gelê Kurd îro li Rojhilata Navîn bûyî be hêz, ew jî bi saya van şoreşgerên ciwan ên bêy ku dudiliyê jiyan bikin şehîdbûne ye.”
Piştî axaftinan qerenfîl danîn ser gora gerîla Taştan. Piştî merasima bîranînê xwarin dan mêvanên hatine gundê Dardaganê.