Gêrîlayên HPG’ê li Hênê çalakî pêkanîn

Gêrîlayên HPG’ê li Hênê çalakî pêkanîn

Gêrîlayên HPG’ê di roja 8’ê Adarê de li dijî du çeperên ewlekariya qereqola Hegasor ya navçeya Hênê ya Amedê çalakî pêkaniye. Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê (HPG-NÇR) têkildarî çalakiyê daxuyaniyek da û da diyarkirin ku, çeperên hatine hedef girtin, bi awayek bandor hatine lêxistin.

Di daxuyaniyê de ev hatin gotin: “Gêrîlayên me roja 8’ê Adarê bi armanca li dijî operasyonên artêşa Tirk li dijî 2 çeperên ewlekariya qereqola Hegasor ya girêdayî navçeya Hanî ya Amedê digirtin çalakiyek ya misîlemeyê pêkanîne. Di çalakiya ku çeperên dijmin bi awayek bandor hatî lêxistin, mirî û birîndarên dijmin nehatine zelal kirin.”