Gerîlayên HPG'ê Sîdinecat û Ferecî bi girseyî hatin oxirkirin

Gerîlayên HPG'ê Sîdinecat û Ferecî bi girseyî hatin oxirkirin

Cenazeyên gerîlayên HPG'ê Ruhullah Sidinecat (Firat Margî) û Îdrîs Ferecî (Çektar Zîlan) ji ber ku destûr nehat dayîn li Îranê bê definkirin li Bajirgê ya Geverê bi girseyî hatin definkirin.

Di sala 2012'an de li Navçeya Hênêya Amedê û Hîzana Bedlisê şer derketibû û di şer de 2 gerîlayên  HPG'ê jiyana xwe ji dest dabûn. Cenazeyên gerîlayên HPG'ê Ruhullah Seyidî Necatî (Firat Margî) û İdris Ferecî (Çektar Zîlan) yên li navçeya Hênê di şer de jiyana xwe ji dest dabûn piştî ji Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê hatin wergirtin û şûnde li Bajaroka Bajirgê ya Navçeya Gevera Colemêrgê bi girseyî hat definkirin.

 Malbatê piştî cenazeyên Îdrîs Fereci (Çektar Zîlan) û Seyîdî Necatî (Firat Mergî) ku ji saziya Tipa Edlî ya Meletiyê wergirtin bi karwanekê birin Colemêrgê. Girsê cenaze ji Geverê birin Bajirgê û li Goristana Bajirgê bi merasimek mezin defin kirin. Di merasimê de rêveberên BDP'ê, KCD'ê, MEYADER’ê, endamên meclisa şaredariyê û şaredarên BDP'î, Dayikên Aştiyê, KURDÎ-DER, NÇM, Kooperatifa Jinê jî di navde gelek kes amade bûn.

Piştî wecibeyên olî cenazeyê Firat Mergî bi alên PKK'ê û Posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan birin goristanê û defin kirin. Li goristanê alên PKK û KCK'ê hatin vekirin. Girseyê pankarta "Li Çiyê PKK, li kolanan YDG-H", "Bimre 9'ê Cotmehê" bilind kirin. Girsê nêzî 2 kîlometre cenaze danîn ser milê xwe û bi siloganên "Bijî Serok Apo", "Şehîd namirin" heta goristanê birin. Girsê ji bo bîranîna Sidinecat, Ferecî û gerîlayên YPG'ê yên di şer de jiyana xwe ji dest dan rêz girtin. Di merasimê de rêveberê MEYADER'ê Cengiz Ortaş, anî zikman ku di vê pêvajoyê de jî dîsa ciwanên kurd tên defin kirin û wiha got: "Ciwanên kurd ên di vê pêvajoyê de jiyana xwe ji dest didin nirxên esasî yên civakê ne. Girsê piştî cenazeyên gerîlayên HPG'ê defin kirin û şûnde dîsa heta mizgeftê meş pêk anî û belav bûn.

 Malbatên gerîlayên  HPG'ê jî axa li ser gorê xistin torbeyan û bi xwe re birin Îranê.