Gerîlayên HPG'ê yên vedikişin, zeviyên tiryakê îmha kirin

Gerîlayên HPG'ê yên vedikişin, zeviyên tiryakê îmha kirin

Gerîlayên HPG'ê yên di çarçoveya pêvajoyê de vedikişin li herema Feraşînê ya di sêgoşeya Wan, Şirnex û Colemêrgê de ye zeviyên tiryakê yên li derdora Gundê Karçeteyê bi gundiyan re dan ber agir. Gerîlayê HPG'ê Xwînrêj Silopî têkildarî şewitandina zeviyên tiryakê de axivî û wiha got: "Li Kurdistanê, em wekî HPG'ê destûr nadin tiryak ne bê çandin ne jî bazirganiya wê bê kirin."

Gerîlayên HPG'ê ku di çarçoveya pêvajoya "Çareseriya demokratîk" a ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpê kirin de vedikişin, li ser rêya xwe zeviyên tiryakê jî îmha dikin. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Dîcle (DÎHA) piştî ku zeviyên tiryakê hatin dîtin, gerîlayên HPG'ê zevî bi alîkariya gundiyan dan ber agir. Şeş zeviyên tiryakê pêşî bi tirpanê hatin rakirin û piştre jî hatin şewitandin. Gerîlayê HPG'ê Xwînnrêj Silopî têkildarî şewitandina zeviyên tiryakê de axivî û wiha got: "Di dema vekişînê de me dît ku hin gundî tiryakê diçînin. Bi taybet ev tiryak ciwanên Kurdistanê têk dibe. Wekî tevger her kes baş dizane ku em li hemberî tiryakê ne. Ji ber vê jî me ev zeviyên tiryakê îmha kirin. Bila her kes baş bizane ku PKK tu carî destûr nade tiryakê."

Silopî, destnîşan kir ku her çi qas dewlet bêbextiyê li wan dike û dibêje, "PKK tiryakê difiroşe" jî, ew nahêlin li heremê ev kar pêş bikeve. Hin welatiyan vekişandina me wekî firsend nirxandine û tiryak çandine. Em vê qebûl nakin. Li Kurdistanê, em wekî HPG'ê destûr nadin tiryak ne bê çandin ne jî bazirganiya wê bê kirin."

Silopî anî ziman ku li heremê tiliya dewletê jî di nava karê tiryakê de heye û daxuyand ku li Kurdistanê kî vî karî bike wê were cezakirin.