Gerîlayên HPG'ê yên xwîşk û bira li Dêrsimê hatin bibîranîn
Gerîlayên HPG'ê yên xwîşk û bira li Dêrsimê hatin bibîranîn
Gerîlayên HPG'ê yên xwîşk û bira li Dêrsimê hatin bibîranîn
Gerîlayên HPG'ê Deniz û Meral Sirma Adlim ku xwîşk û birayên hev in, li Dêrsimê li ser gorên xwe hatin bibîranîn.
Endam û nûnerên Komeleya Xizmên Windayan a Mezopotamyayê (MEYA-DER), gerîlayên HPG'ê Deniz (Sidar) û Meral Sırma Adlim (Dirok) ku xwişk û birayên hev in û di demên cuda de jiyana xwe ji dest dabûn li ser gorên wan a li Dêrsimê bibîr anîn. Di merasima bîranînê de xizmên gerîlayên HPG'ê rêveberên BDP'ê yên Dêrsimê, nûnerên MEYA-DER û gelek kesên din amade bûn.
Komê li ser gorê rêz girtin û piştre axaftin kirin. Li ser navê komê seroka MEYA-DER'ê Leyla Ayaz, diyar kir ku di şerê 30 salan de bi hezaran gerîlayên HPG'ê ji bo nasname, ziman û nirxên gelê kurd jiyana xwe ji dest dane û wiha got: "Em di şexsê Deniz û Meral de li pêş hemû şehîdên têkoşîna azadiyê bejna xwe ditewînin. Ger ku îro têkoşîna gelê kurd hatibe vê astê bi xêra şehîdên me ye."
Komê piştî li ser gorê merasim pêk anî beşdarî xwarina ji bo gerîlayên HPG'ê hatiye amadekirin bûn.