Gerîlayên HPG Varol û Kaymaz hatin bi bîr anin
Gerîlayên HPG Varol û Kaymaz hatin bi bîr anin
Gerîlayên HPG Varol û Kaymaz hatin bi bîr anin
Gerîlayên HPG'ê Sadretin Varol (Yilmaz Amed) û Fariz Kaymaz (Andok Lice) ku di 26’ê Tebaxa 2008'an de li navçeya Motkiyê ya Bedlisê di şer de jiyana xwe ji dest dabûn hatin bibîranîn.
Gerîlayên HPG'ê Sadretin Varol (Yilmaz Amed) û Fariz Kaymaz (Andok Lice) ku di 26’ê Tebaxa 2008'an de li navçeya Motkiyê ya Bedlisê di şer de jiyana xwe ji dest dabûn, ji aliyê malbat û reveberên MEYA-DER'ê ve li ser gorên xwe hatin bibîr anîn.
Malbat û rêveberên MEYADER'ê li Goristana Yenîkoyê ya Amedê gorên gerîlayên HPG'ê ziyaret kirin û piştre li taxa Uçkuyularê ji bo gerîlayên HPG'ê Varol û Kaymaz mewlûd dan. Seroka MEYADER'ê ya Amedê Leyla Ayaz, Serokê Odeya Tabiban Kemal Karadaş û endamên Meclisa Bajar a Amedê jî di mewlûdê de amade bûn.
Li salona mewlûdê posterê Varol, Kaymaz û posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin daliqandin. Dîsa alên KCK'ê hatin vekirin. Mewlûdê bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Seroka MEYADER'ê Leyla Ayaz, anî ziman ku mîmarên pêvajoyê û têkoşînê şehîdên gelê kurd in.
Mewlûd bi xwarinê û duayan bi dawî bû.