Gerîlayên leşkerên dîl diparêzin: Bila pêngavên dualî bên avêtin
Gerîlayên leşkerên dîl diparêzin: Bila pêngavên dualî bên avêtin
Gerîlayên leşkerên dîl diparêzin: Bila pêngavên dualî bên avêtin
Ji gerîlayên HPG’ê yên ku ewlekariya leşkerên dîl digirin, Rezan Gabar û Zulkuf Palo ku leşker û peywirdarên dewletê yên dîl girtî berpirsyarin, diyar kirin ku dîlên dewletê bi rêk û pêk di bin kontrola doktor de derbas dibin û li gorî Peymana Cenevre û çarçoveya hiqûqê de wan diparêzin. Gerîlayan diyar kir ku ji bo girtina dirêj nedime divê dewlet pêngavên erênî biavêje.
HPG’ê ji ber operasyonên siyasî û leşkerî yên dewleta tirk û tecrîda giran ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di du salên dawî de girtin û binçavkirin pêk anîn.
Berbaz Abdullah Sopçeler û Çawîşê pispor Zîhnî Koç, di 9’ê tîrmeha 2011’an de li navçeya Licê ya Amedê, berendamê qeymeqamtiyê Kenan Erenoglu heman salê di 12’ê tebaxê de li ser riya Pasûr- Mûşê, çawîşê pispor Kemal Ekîncî di yekê cotmehê de li navenda Şirnexê, polîs Nadîr Ozger jî di 10’ê îlonê de li Şaxa Wanê ji aliyê gerîlan ve hatin binçavkirin û paşê hatin girtin..
Her wiha leşkerên bi navê Reşat Çeçan, Hadî Gizlî û Ramazan Başaran jî di 6’ê tebaxa 2012’an de li qerekola Licê-Çewlîkê hatin binçavkirin û piştre hatin girtin.
Niha li Herêmên Parastinê yên Medyayên yekiniyeke gerîlayan a ji girtiyên dîl ên berpirsyar heye. Berpirsê Yekineyê Rezan Gabar û endamê yekineyê Zulkuf Palo pirsên der barê dîlan de bersivandin.
BI RÊKÛPÊK DIÇIN KONTROLÊ
Gabar rojeke ya leşkerên dîl wiha vegot: “Saetên wan yên standina hewayê diyar in. Rojê 3 caran derdikevin hewayê distînin. Saetek, satek û nîv didome. Şert û mercên wan ji yên me ne cudatir in. Em çawa dijîn ew jî wek me dijîn. Bi rêkûpêk ji aliyê doktoran ve kontrola wan tê kirin. Carna doktor tên carna jî film hewce bike em dibin. Kontrolên rutîn doktor tên vir û dikin.”
Gabar anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bang li her du aliyan jî kiriye û wiha got: “Ji bo ku ev kesên ligel me dîl girtî ne zûtir biçin cem malbatên xwe, em vê bangê baldar digirin. Lê em li benda niyeta kesên hember xwe ne. Yanî divê her du alî guh bidin. Di dozên KCK’ê de bi hezaran kurd girtî ne.”
EW DÎL IN, EM JI BO PARASTINA WAN HER TIŞTÎ DIKIN
Gabar bal kişand ser êrîşên hewayî û got: “Em ji bo parastina wan dikarin canê xwe feda bikin. Ji ber ku ew dîl in. Mînak li alî din hevalên me dîl tên girtin, îşkenceyê bi wan dikin. Ligel me tiştekî wisa tune. Em bo parastina wan her tiştî dikin. Pirsgirêkek me bi wan re tune. Bi pergalê re heye. Piştî me ev girtin, AKP bê navber opersyon pêk anîn. Li Farqînê di operasyona hikûmetê de gelek leşker mirin. Niha jî bi bombebaranê canê wan davêjin xeteriyê.”
Endamê yekineyê Zulkuf Palo jî got ji roja pêşî heta niha leşkerên dîl hatine girtin pirsgirêk nejiyane û got: “Nêzîkatiya me diyare. Em ji bo tenduristiya wan di van şert û mercan de dikevin nav hewldanan.ji vir şûnde jî dê wisa be.”
NE EM DEWLET EWLEHIYA WAN DIXE XETERIYÊ
Palo wiha pê deçû: “Leşkerên tirk yên ligel me pirsgirêkên ewlehiyê najîn. Lê ji ber operasyon û bombebaranên dewleta tirk jiyana wan dikeve xetereyê. Çend roj berê 4 hevalên me şehîd ketin. Ji ber ku me şehîd dan, em cuda nêzî van mirovan nabin. Ji bo jiyana van kesan nekeve xeteriyê, ev saleke em hewl didin. Di vê mijarê de bila hemû malbat rehetbin. Lê operasyonên dewletê jiyana wan dixe xeteriyê.
YEK ALÎ NABE
Palo der barê nîqaşên çapemeniya tirk de jî wiha got: “Niha nîqaşên cidî tên meşandin. Hewayeke ku her tişt qedyaye pêk anîne. Lê tiştek wisa tune. Divê her tişt wek hev be. Gerîlayan bi dehan carî dîlên di destê xwe de berdan. Lê dewleta tirk heman tişt nekir. Ji vê saetê şûnde, bila her tiştî ji me nexwazin.”
BILA GIRTIYÊN NEXWEŞ BERDIN
Palo da zanîn ku niha bi sedan nexweşên girtî di girtîgehan de hene û jiyana wan di xetereyê de ye û got; Dikare ji van nexweşan beşek bê berdan. An jî divê çapemeniya tirk vê bîne rojevê.”
MALBAT DIKARIN BÊN ZAROKÊN XWE BIBÎNIN
Palu diyar kir ku ew li gorî Peymana Cenevreyê û çarçoveya hiqûqa xwe de li dîlan dinêrin û got: “Ger malbatên bixwazin zarokên xwe bibînin, demildest dikarin bên zarokên xwe bibînin. Malbat ji tiştên rast dur tên xistin. Hinek kesên din li ser navê malbatan diaxivin. Der barê berdana wan de bernameyeke me heye. Daxuyaniyek Rêbertiya me jî derbarê vê de heye. Yanî divê yek alî neyê dîtin. Ev bi her du aliyan dibin. Ger pêngav bê avêtin, em jî dê berdin.”