Gerîlayên nû tevlî HPG’ê bûne 4’ê Nîsanê vegotin
Gerîlayên nû tevlî HPG’ê bûne 4’ê Nîsanê vegotin
Gerîlayên nû tevlî HPG’ê bûne 4’ê Nîsanê vegotin
Gerîlayên HPG û YJA Starê 64’emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin û gotin: “Heta azadiya serokatiya me neyê em dê têkoşîna xwe bidomînin.”
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 4’ê Nîsana 1949’an de li navçeya Xelfetî ya Rihayê gundê Amara ji dayîk bû. Ocalan ku di nava gelekî ku navê wan hatibû tunekirin û her tim rastî komkujiyan hatibû de hat dinê û salên despêkê yên ciwantiya xwe de jiyana xwe da ser azadiya gelê Kurd. Meşa ku bi çend hevalên xwe re da destpêkirin îro milyonan dimeşîne.
4’ê Nîsanê jibo gelê Kurd wek roja ‘Ji nûve vejîn’ tê binavkirin. Gerîla jî heman wateyê li vê rojê dikin. Gerîlayên HPG û YJA Starê der barê rojabûna Ocalan de nêrînên xwe anîn ziman.
ELÎŞÊR SERHAT: “ 4’ê Nîsanê ji bo kurdan tê wateya roja nû. Yanî li Kurdistanê vejîna rojê ye. Kurd wê rojê li her çar paçeyên Kurdistanê wek ronahiyê dibîne. Vejîna Serokatiya me tê wateya roja vejîna ku gelek ji bin betonê derketiye.
Ez nû tevlî refên gerîla bûme. Ez ji gelek aliyan de bi kelecanim û li aliyekê din jî xemgînim. Kelecana min ji bo ku îro ez li çiyayên azadim, xemgîniya min jî eve ku ji ber ez bi serokatiya xwe re rojbûna wî li çiyayên azad pîroz nakim.
Ez di serî de rojbûna serokatiya xwe pîroz dikim û wek mîlîtanekî serokatiya xwe ez dê şopdarê xeta wî bim. Em dê seroakatiya xwe bigihînin azadiyê. Çawa ku vejîna gelê kurd bi serokatiyê pêk hat, azadiya wî jî dê bi azadiya serokatiya me pêk were. Heta serokatiya me negihêje azadiya xwe em dê di xeta wî de têbikoşin.
BÊRÎTAN FARAŞÎN: “Ez di serî de rojbûna Serok Apo û 4’ê Nîsana hemû gelê Kurd û gerîlayan pîroz dikim. 4’ê Nîsanê di heman rojê de roja vejîna jina azad û roja hilweşandina zîhiniyeta serdeste. Pîrozkirina 4’ê Nîsanê hem min dike kelecanê û hem jî ji berk u ev 15 sale di zindanê de ye min hêrs dike. Ez wek gerîlaya azadiyê heta ku Rêber Apo azad nebe dê têbikoşim.
ROZA CAN: “Ji bom in 4’ê Nîsanê tê wteya roja vejînê ya îdeolojiya azadiyê. Xeta çarçoeya ku Serokatiya me xêz kiriye mirov xwe baş nas dikin. Ez dê têkoşîna hebûna felsefîk û îdeolojîk bidomînim.
ŞERVAN AZAD: “Gelê Kurd vejî serokatiyê wek jiyaneke nû digire dest. Vejîna serokatiyê vejîna roja Rojhilata Navîn û Kurdistanê ye. Vejîna serokatiyê vejîna netewî ya gelê kurde. Roja ku mirovahiyê rastiya xwe dîtiye.
Ez yekem car rojnabûna Serokatiyê li çiyan pîroz dikim. Ji ber vê ez gelek bi kelecanim. Ev 15 sale li Îmrali girtiye. Xemgîniya vê jî heye. Lê ev xemgînî dibe sedema bilindkirina têkoşîna me. ji bo aştiyê divê mirovahî pêngavê bavêje azadiyê. Divê azadî bê qezenckirin. Ji bo vê divê têkoşîn bê bilindkirin. Heta Serokatiya me azad nebe dê têkoşîna me bidome. Ez rojbûna wî pîroz dikim.”