Gerîlayên xizmên wan cerdevan in bang li malbatên xwe kirin
Gerîlayên xizmên wan cerdevan in bang li malbatên xwe kirin
Gerîlayên xizmên wan cerdevan in bang li malbatên xwe kirin
Gerîlayên HPG'ê Zennûr Ozdaş (Zerdeşt Solhan) û Zubeyît Aslan (Serhat Perwarî) ku xizmên wan cerdevan in, bang li malbatên xwe kirin ku demek ji ya din zûtir dest ji cerdevaniyê berdin.
Di çarçoveya pêvajoya çareseriyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpê kiriye de, yek ji qadên ku divê hikûmet "gavan biavêje" cerdevanî ye.
Sîstema cerdevaniyê ku yekemcar di dema Osmaniyan de ji bo parastina sînor hatin wezîfedarkirin û bi navê "Hamidiye Alaylari" derket asteke cuda, herî dawî di şerê li hemberî PKK'ê de di bin navê "Cerdevaniyên gund ên demî yên dilxwaz" hatin birêxistinkirin û di salên şer ên li Kurdistanê de veguherî rêxistinbûyîneke gunehan.
Aliyê Kurd û hêzên demokrasiyê yên piştgiriyê didin pêvajoyê dixwazin ev pergala şerê taybet a li Kurdistanê ji holê bê rakirin. Gerîlayên HPG'ê yên li refên PKK'ê ne Zennûr Ozdaş (Zerdeşt Solhan) û Zubeyît Aslan (Serhat Perwarî) ku malbatên wan di nava vê pergala cerdevaniyê de ne, ji ANF'ê re axivîn.
LI GEÇÎTTEPEYÊ LEŞKERAN KEMÎN DANÎN PÊŞIYA CERDEVANAN
Aslan ê ji navçeya Sêrt Berwariyê da xuyakirin ku pergala cerdevaniyê ji bo qirkirina Kurdan bi destê Kurdan hatiye avakirin û got, "Dewlet bi vê pergalê re dixwaze baweriya civakê ya ji hev bişkîne, li hemberî hev ne razî bike û parçe bike. Demeke dirêj di vê de bi ser ketin jî. Ez gerîla me, lê xizmên min cerdevan in. Dixwazin wan li hemberî min bidin şerkirin. Ez naxwazim li dijî wan şer bikim. Dixwazim ew jî xwedî li nasnameya xwe ya neteweyî derkevin, dest ji çeka dewletê berdin û piştgiriyê bidin têkoşîna azadiyê. Ew bi xwe jî dizanin ku dewletê çawa-çend caran ew xistine kemînê, zext û zoreke bi çi rengî li xizmên wan kirine. Bihara bihurî cerdevanên gundê Geçîttepeyê, fermandarê li wir wezêfedar xwest wan derxîne operasyonê û têkeve nava qada mayinkirî. Apê min ê sercerdevan e, ew jî li wir bû. Planên wan ên di vê feqê de bi ser neketin. Eger plana wan bi ser biketa, dê berpirsyarî biavêta ser milê PKK'ê û hewl bida nerazîbûnekê derxîne holê. Xizmên min polîtîkayên qirêj ên dewletê ji nêz ve dîtin. Ti wateya hilanîna çeka dewletê nîne. Divê di nava rêxistinbûyîneke sûc a li dijî gelê Kurd de cih negirin. Pêwîste xwedî li nasname xwe derkevin."
BILA XWEDÎ LI NASNAMEYA XWE DERKEVIN
Gerîlayê HPG'ê Zerdeşt Solxan ê ji gundê Perûx ê navçeya Çewlik Solxanê, ku xizmên wî cerdevan e, heman bang kir:
"Divê gelê me neyê vê lîstikê. Pêwîste di rêxistinbûyîneke komkujiyê ya dewlet ji bo karên xwe yên qirêj bikar tîne, cih negire. Pergala cerdevaniyê pergalek li dijî Kurdan e. Divê êdî dawî li xizmeta ji bo vê sîstemê bînin, xwedî li nasnameyên xwe derkevin."