Geveriyan derabe nevekirin

Geveriyan derabe nevekirin

Li Geverê dikandaran derabeyên xwe nevekirin. Piştî li Geverê 6’ê Kanûnê polîsên AKP’ê Mehmet Reşîd Îşbîlîr û Veyse Îşbîlîr hedef girtin û qetilkirin, duh di merasima cenaze de Bêmal Tokçû jî birîndar bû. Li Geverê îro dikandaran bi nevekirina derabeyan êrîş protesto kirin.

Li navçeya Gever ya Colemêrgê ji bo şermezarkirina gorên gerîlayên HPG’ê 6’ê Kanûnê meşek ya protestoyî li darxistin . Di dema meşê de polîsan di wesayîta zirxî de mam-biraza Mehmet Reşîd Îşbîlir û Veyse Îşbîlir hedef nîşandan û qetilkirin. Duh  bi tevlîbûna deh hezaran Geveriyan hatin defin kirin.

Beriya definkirina du ciwanên Kurd û piştî definkirinê jî polîsên AKP’ê êrîşî girseyê kirin. Dîsan di encama guleya ku hate gotin ji wesayîta zirxî ya polîsan derket li serê Bêmal Tokçu ket û giran birîndar bû. Tokçu ji Geverê rakirin Wanê.

Tokçu rakirin nexweşxaneyê lê ji ber mirin û birîndariyan li Geverê tansiyon bilind dibe û rageşî didome.

Li navçeya ku duh ji ber cenazeyên Îşbîlîr derabe nehatin vekirin, îro jî ji bilî firin û dermanxaneyan hemû girtîne.