Geveriyan: Em her tim li cem Rojava ne

Geveriyan: Em her tim li cem Rojava ne

Rêxistina BDP'ê ya Geverê diyar kir ku, destkeftiyên Rojava destkeftiyên gelê Kurd ên hevparin û di serî de li gel gelê Serêkaniyê û hemû gelê Rojava ne.

Rêxistina BDP'ê ya Geverê bi armanca piştgiriyê bidin Rojava li ber Otela Oslo daxuyanî da çapemeniyê. Serokê Rêxistina BDP'ê yê Geverê Naîl Durmaz, Şaredarê Geverê Ercan Bora, Wekîlê Şaredarê Bajêrgeh Tacettîn Sefali, Komeleya Xwezayê ya Cîlo, Komeleya Çand û Hûnerê ya Geverê, TUHAD-DER, Kooperastîfa Jinê ya Geverê û bi sedan kes tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankratên "Em berxwedana Rojava silav dikin" û "Li hemberî mudaxeleya Rojava û YPG'ê ciwanên Geverê dê di refên YPG'ê de cih bigirin" hatin vekirin û dowîzên "Berxwedana Rojava ya Kurdistanê berxwedana mirovahiyê ye" û "Em berxwedana Rojava silav dikin" hatin hilgirtin.

Ji ber berfa zêde dibarî meşa dê pêk hatiba pêk nehat. Li ser navê girseyê Serokê Rêxistina BDP'ê yê Geverê Naîl Durmaz daxuyanî xwend û diyar kir ku, ramana bi şerê cîhanê yê yekemîn ya desthilatdar mafên gelan tunebikin destpê kir hêj berdewam dike. Durmaz anî ziman ku, bi seden salin li ser ji gelên kevnar ên Mezopotamayayê gelê Kurd tecrîd, cudakarî û polîtîkayên tunekirinê berdewam dikin û ev yek ji aliyê hemû raya giştî ya cîhanê ve tê zanîn.

Durmaz da zanîn ku, dixwazin destkeftiyên kurdên Rojava têk bibin û wiha got: "Pêvajoya bi bihara Ereban destpê kir vegeriya bihara kurdan. Gelê Kurd ê ku bi salane bêstatû, bê nasname jiyankirin di roja îro de bi çand û nasnameya xwe dest bi jiyanê kir.”

Durmaz destnîşan kir ku, ew êrîşên li hemberî Rojava û nêzîkahiyên qirêj şermezar dikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em her tim li cem Rojava ne û destkeftiyên Rojava destkeftiyên hevparin." Durmaz bang li hemû kesî kir ku bi hîstiyar bin.

Daxuyanî bi slogana "Bijî serok Apo" bi dawî bû.