Geveriyan silavên Ocalan bi mîtîngê pêşwazî kirin
Geveriyan silavên Ocalan bi mîtîngê pêşwazî kirin
Geveriyan silavên Ocalan bi mîtîngê pêşwazî kirin
Cîgira Serokê Koma BDP'ê Pervîn Bûldan, silavên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji gelê Geverê re ragihand. Di hevdîtina 21'ê Tîrmehê de Ocalan gotibû 'Ji jin û ciwanên Geverî re silavên min ên taybet ragihînin' û li ser vê yekê Cîgira Serokê Koma BDP'ê Pervîn Bûldan çû Geverê. Geveriyan silavên Ocalan bi mîtîngekê pêşwazî kirin.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah OCalan di hevdîtina roja 21'ê Tîrmehê de ji heyeta BDP'ê re got, "Silavên min ên taybet li jin û ciwanên Geverê" bikin û li ser vê yekê Cîgira Serokê Koma BDP'ê Pervîn Bûldan çû navçeya Colemêrg Geverê.
Bi hezaran kesên li ber Otêla Oslo hatin cem hev, ji ser kolana Cengîz Topel ber bi qada mîtîngê Parka Mûsa Anter ve meşiyan. Wêneyê mezin ê Ocalan li derbasoka girtîgeha berê hat daliqandin û alên PKK û KCK'ê hatin hildan. Girseya gel tim û tim dirûşmên "Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav", "Bijî Serok Apo", "Bijî Berxwedana YPG'ê" qêriya. Girseya gel, konvoya leşkerî ya ji nava sûkê derbas bû jî şermezar kir.
Di mîtînga li Parka Mûsa Anter de li gel Cîgira Serokê Koma BDP'ê Pervîn Bûldan, Parlamenterê BDP'ê yê Colemêrgê Adil Zozanî, Şaredarê Colemêrgê Fadil Bedirxanoglû û şaredar û rêveberên navçeyan bi hezaran kes amade bûn. Mîtîng bi sirûda 'Çerxa Şoreşê' destpê kir.
Cîgira Serokê Koma BDP'ê Pervîn Bûldan da xuyakirin ku di hevdîtina 21'ê Tîrmehê de Ocalan ji wan re gotiye "Silavên min ên taybet bibin ji Colemêrgî, Geverî, Şemzînanî û Çelêyian re" û li ser vê yekê ew hatiye Geverê. Bûldan diyar kir ku Ocalan bi hezaran silav li jin û ciwanên Geverî kiriye û got, "Ocalan di hevdîtinê de got; "Êşa herî mezin jinên Geverî kişandine. Li Geverê li her malê herî kêm du şehîd hene. Ji bo bîranîna van şehîdan em aştiyê tînin. Me di vê pêvajoyê de desteka herî mezin ji Geveriyan girtin. Ji ber vê yekê silav û spasdariyên min ji gelê Geverê re ragihînin." Bûldan diyar kir ku li ser vê yekê ew jî duh çûne Colemêrgê û îro jî hatine Geverê.
'AKTORÊ SEREKE YÊ PÊVAJOYÊ OCALAN E'
Bûldan da xuyakirin ku aktorê sereke yê pêvajoyê Ocalan e û got, "Birêz Ocalan ev 14 sal in neçare li Îmraliyê di hucreya yekkesî de bijî. Tevî van hemû şertên neyînî jî Birêz Ocalan bi biryardarî, ji bo êdî li vê erdnîgarê şer nebe, dayik negirîn, ciwan êdî di binê axê de neyên veşartin, diyar kir ku divê çek bêdeng bibe û fikir û nêrîn biaxivin. Bi vê pêvajoya Ocalan destpê kir re, ev 7 meh in cenazeyên gerîla û leşkeran nayên. Mirovên vê axê êdî nayên veşartin, dayik êdî nagirîn. Ji bo me ya girîng ev e. Hêzên vê pêvajoyê sabote dikin, li Parîsê 3 şitil kuştin. Li vê erdnîgarê wê hewldanên sabotekirina vê pêvajoyê hebin."
Bûldan bibîr xist ku hînê hêz hene li dijî pêvajoyê li ber xwe dide û diyar kir ku di şûna gavê biavêje de AKP lal, ker û korî dileyze. Bûldan anî ziman ku gelê Kurd her roj li kolanan statu, ziman, çand û nasnameya xwe dixwaze û azadiya Ocalan diqîre. Bûldan got, "Bi destpêkirina vê pêvajoyê re me weke navnîşan, Ocalan nîşan dan. Ji ber ku di nava vê pêvajoyê de Birêz Ocalan heye, em îro li qadan in. Naxwe em dizanin ku hikûmeta AKP'ê aştiyê li ser sêniya zêr nade me. Îmrali û Qendîl bi biryar e, lê AKP bê biryar e."
Bûldan bi gotina "Em şoreşa li Rojava silav dikin, li pêşberî wê careke din bejna xwe ditewînin" axaftina xwe dewma kir û destnîşan kir ku li gel êş û komkujiyan jî gelê Kurd ê li Rojava wê statuya xwe bi dest bixe û xweseriya xwe îlan bike. Bûldan da xuyakirin ku ew li gel Rojava ne û got, "Îro AKP bi çi rengî nêzî Kurdên li Tirkiyê dibe, bi heman rengî nêzî Kurdên li Rojava jî dibe û çeteyên ji Tirkiyê tên derbaskirin, dişînin ser Kurdan."
'DIVÊ HETA 1'Ê ÎLONÊ PAKÊTA DEMOKRATÎKBÛYÎNÊ AMADE BE'
Bûldan hevdîtinên bi Îmrali, Qendîl û hikûmetê re jî nirxand û anî ziman ku hînê AKP nizane çi dike. Bûldan diyar kir ku ji destpêka pêvajoyê û vir ve ew bêbiryariya AKP'ê nîqaş dikin û got, "Me pakêta demokratîkbûyînê ya ji 20 xalan pêşkêşî hikûmetê kirin. Pakêta me ya demokratîkbûyînê ya bi mijara daxwazên Kurdan û rê û rêbazên demokratîkbûyîna Tirkiyê, niha di destê hikûmetê de ye. Di hevdîtina bi Birêz Ocalan re de jî hat ziman. Heta 1'ê Îlonê dem ji hikûmeta AKP'ê re hat naskirin. Divê heta 1'ê Îlonê pakêta demokratîkbûyînê amade bibe. Di 1'ê Îlonê de bi vebûna Meclîsê re pêwîste ev pakêt bibe qanûn, hingî qonaxa duyemîn dikare bi dawî bibe."
Bûldan bibîr xist ku bi temambûna qonaxa duyemîn re wê qonaxa sêyemîn destpê bike û got, "Di qonaxa sêyemîn de, rayedarên têkoşîna azadiyê yên li Qendîlê ne û mirovên li vê erdnîgarê ne wê werin Tirkiyê û li Tirkiyê siyasetê bikin. Qonaxa sêyemîn ev e. Eger ev nebe, ti wateyeke aştiyê ji bo me nîne."
Bûldan diyar kir ku ewê di cejnê de biçin Girava Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtinê bikin. Piştî axaftina Bûldan, girseya gel bi dirûşman belav bû.