Geylanî: Eger Kurd bêjin li kuderê zirave bila di wir de biqete?

Geylanî: Eger Kurd bêjin li kuderê zirave bila di wir de biqete?

Alîkarê Hevserokên BDP’ê Hemîd Geylanî dema ku di pîrozbahiya cejna li Geverê ya BDP’ê de axivî û bersiv da gefa Serokwezîrê Tirk Erdogan ya “dê ben biqetin”. Geylanî got: “Eger Kurd jî bêjin ‘li kuderê zirave bila di wir de biqete’ Serokwezîr dê çi bike?”

Alîkarê Hevserokên BDP’ê Hemîd Geylanî, Parlementerê BDP’ê yê Colemêrgê Esat Canan, Wekîlê Şaredarê Colemêrgê Ehmed Kilinç, Şaredarê Geverê Ercan Bora, Şaredarê Bajêrge Xurşît Altekîn, Serokê BDP’a Colemêrgê Rehmî Kûrt, Serokê BDP’a Navçeyê Naîl Dûrmaz jî tevlî pîrozbahiya cejnê ya li avahiya BDP’a navçeyê bûn.

Alîkarê Hevserokên BDP’ê Hemîd Geylanî di pîrozbahiya cejnê de gotina Serokwezîrê Tirk Recep Tayîp Erdogan ya beriya çend rojan “BDP bi peyamên dide bila hişyar be navbera xwe û Wezareta me ya Edaletê nexweş nekin. Eger wisan biçe, dê benên hevdîtinan biqetin. Ji ber ku bi peyamên wisan sinor derbaz dikin û ên tehrîk dikin, em weke hikumet nabêjin belê” bibîr anî û got: “Xwedê biparêze, eger gelê Kurd jî bêje ‘ li kuderê zirave bila di wir de biqete’ wê demê Serokwezîr dê çibike? Lê belê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwediyê sebra Eyûp Pêxembere, dê neqetîne. Hêza Erdogan jî têrê nake biqetîne. Ji ber ku gelê Kurd dixwaze heta dawiya vê demokrasiyê biçin. Netenê gelê Kurd, gelê Tirk jî dixwaze. Ji ber wê çendê ne hêza Erdogan û ne jî derdora wî têrê dike pêvajoya aştiyê biqetîne.”

Geylanî da diyarkirin ku, “Lê belê xalek ya sebir û selametê jî heye. Bila tu kes teşebûsa xilasbûna wê sebrê neke, ji ber ku ew bixwe dê binde bimîne, di siyasetê de jî, îradeya mirovan de jî û di sindoqa hilbijartinê de jî winda bibe” û piştre cejna gel pîroz kir.

Alîkarê Hevserokên BDP’ê Hemîd Geylanî û Parlementerê BDP’ê yê Colemêrgê Esat Canan tevlî pîrozbahiya cejnê ya rêxistina bajar program kirî bûn.